HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da 2023-01-22 15:55:09   NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama êrişeke li Mêrdînê de 5 kesên ji başûrê Kurdistanê hatibûn qetilkirin. HPG’ê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got; “Dibe êrişeke kontrayan be.”    Di 19’ê çileyê de li ser rêya di navbera Nisêbîn û Qoser ên Mêrdînê de li dijî welatiyên ji Herêma Federe ya Kurdistanê êrişeke çekdarî hatibû kirin. Di encama êrişê de welatiyên bi navên Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Saleh Mûstafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) jiyana xwe ji dest dabûn. Tetîkkêşê ku hatibû binçavkirin îdia kiribû ku tu eleqeya wan bi êrişê re nîne.    HPG’ê têkildarî bûyera hêjta nehatiye ronîkirin daxuyanî da. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê têkildarî bûyerê ev agahî dan: “Di şeva 19’ê çileyê de li Mêrdînê 5 welatiyên me yên ji başûrê Kurdistanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di serî de malbatên kesên xizmên hatine qetilkirin, em sersaxiyê ji gelê Rekanî û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.   Ev malbata ku hatiye qetilkirin, welatparêzên eşîra Rekanî ne û gelek caran gund û herêmên wan bûne hedefa êrişên dewleta tirk û di van êrîşan de gelek ji wan şehîd bûne. Ji ber ku ev mirovên me di hedefa dewleta tirk de ne, tê dîtin ku bûyera dawî ya li Mêrdînê bûyereke tarî ye. Balkêş e ku dewleta tirk hewl da vê bûyerê weke dozeke edlî nîşan bide û ji aliyê dozgeriyê ve biryara nepenîtiyê da. Ji ber vê yekê, dibe ku ev êrişeke kontrayî be ku di çarçoveya têkbirina kurdan de hatiye kirin. Weke Hêzên Parastina Gel em diyar dikin ku dê vê bûyerê bişopînin û hesab bipirsin. Em careke din ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."