Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev! 2023-01-22 21:48:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, Serokwezîra serdema kuştinên “kiryar nediyar” Tansû Çîller da kêleka xwe û xeta Metroya Kaigthane-Balafirgeha Stenbolê vekir.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û kabîneya xwe li Meydana Yenî ya Kagithaneya Stenbolê tev li merasîma vekirina xeta metroyê ya Kagithane- Gokturk-Balafirgeha Stenbolê bû. Erdogan kesek balkêş jî Serokwezîra serdema kuştinên “kiryar nediyar” Tansû Çîller da kêleka xwe û xeta metroyê da vekirin.    Çîller di salên 1990’î de dema ku bi hezaran kes bûn qurbaniyên cînayetên kiryar nediyar, serokwezîr bû. Çiller di 4'ê mijdara 1993'an de gotibû: "Lîsteya karsazên kurd ên ku alîkariya PKK'ê kirine hene. Di lîsteyê de nêzî 60 navî hene. Dewlet bi her awayî li dijî kesên ku piştgiriya aborî didin PKK'ê, wê bi her awayî şer bike.” Piştî demekê gelek karsazên kurd hatibûn qetilkirin.