Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn 2023-01-22 21:55:05   KOCAELÎ - Li navçeya Golcukê ya Kocaeliyê li malekê teqîn rû da û 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.     Li navçeya Golcukê ya bajarê Kocaeliyê li malekê teqînek mezin rû da. Hat zanîn ku 2 jê giran 5 kes birîndar bûne. Birîndaran bi ambulansan rakirine nexweşxaneyan. Hat diyarkirin ku boriya gaza xwezayî teqiyaye û bûye sedema teqînê.