ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-23 09:00:16   * Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku beriya giştînameya Wezareta Dadê derbarê girtiyên nexweş weşandiye de bikeve meriyetê, divê ATK ji holê bê rakirin nexwe baweriya wan bi giştînameyê nayê.   * Di ser azadkirina Kobanê re ku ji hovîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin 8 sal derbas bû. Bi pêşengiya kurdan berxwedanek man û nemanê hat kirin û nîşanî dinyayê hat dayîn ku kurd û berxwedana xwe nakevin.   * Parêzer Jiyan Tosûn diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş ne çareserî ye û got: “Tekane çareserî ew e ku xalên ‘cihêkar’ ên di Qanûna Bingehîn de ji holê bên rakirin.”    * Dayika du girtiyên nexweş Rahîme Nebîoglû xwest ku her du lawên wê bigihîjin azadiya xwe û got: “Ji bo mafê jiyanê têdikoşin. Lawên min bidin min. Êdî bes e.”    * Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di heman demê de “îşkence” ye û got: “Heke hiqûqa navnetewî serî li ber Tirkiyeyê bitewîne dê pirsgirêk zêdetir bibin.”    * Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç diyar kir ku Şîrketa Kozayê li Giyadînê ji bo lêgerîna zêran qada 37 hektar rûxset girtiye û hişyariya dê ev şirket hemû Kurdistanê jehrî bike da û got: “Bi rêya îktidarê bi zanebûn dixwazin çi tiştên kurdan hebe tune bikin.”    * Endamên ESP’ê û SGDF’ê ku li dijî tecrîda Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ketin greva birçîbûnê diyar kirin ku divê hemû alî li ber tecrîdê rabin.    * Rojnameya Xwebûnê ku heftane tê weşandin dê di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo piştgiriyê şahiyekê li dar bixe. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bang kir ku her kes tev li şahiyê bibe û xwedî li rojnameya kurdî derkeve.    * Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê dê di roja 686’an de bidomîne.    * Nobeta Edaletê ya ji aliyê parlamenterên HDP'ê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin dê di roja xwe ya 22'yemîn de berdewam bike. (11.00) ZINDÎ   * Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê wê rapora ku têkildarî girtîgehên li Karadenîz û Erziromê amadekirî wê li avahiya xwe ya baroyê aşkere bike. (12.30)