Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye 2023-01-23 09:04:11   ÎDIR - Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di heman demê de “îşkence” ye û got: “Heke hiqûqa navnetewî serî li ber Tirkiyeyê bitewîne dê pirsgirêk zêdetir bibin.”    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîb Eksîk tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.    'TECRÎD RÊBAZA ÎŞKENCEYÊ YE’    Eksîk tecrîdê wek “rêbaza îşkenceyê” nirxand û wiha got: “Tecrîd di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye û sepanek dijhiqûqî ye. Armanca îkitdarê ew e ku pergala tecrîda li Îmraliyê û sepanên dijhiqûqî li ser tevahiya civak3e belav bike. Lewma ye ku îktidar dixwaze bi tpolîtîkaya tecrîdê rejîma yek zilamî bike sazûmankarî û ev jî rêbazek li dijî hiqûqê ye.”    Eksîk bal kişand ser astengkirina hevdîtinên ji ber “cezayên dîsiplînê” û got: “Bêdengiya mûxalefetê jî polîtîkaya tecrîdê mayînde kiriye. Ji ber ku nêrîna sereke ya vê hikûmetê israra di xitimandin û polîtîkaya şer de ye. Siyaseta wê ya bingehîn berdewamkirina polîtîkayên şer, yekperestî ye. Bi vê yekê dike ku hêzên emperyal ên navneteweyî di neçareserkirinê de polîtîkaya xwe bidomînin. Bi vî rengî tê armanckirin ku siberoja gelên me bi alozî û nakokiya pirsgirêka kurd re derbas bibe.”    ‘BÊDENGIYA CPT'YÊ DIBE SEDEMA TECRÎDA GIRANKIRÎ’    Eksîk da zanîn ku tecrîd berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî Ocalan e û got: “Ji rojê ve heta niha Tirkiye û Rojhilata Navîn di nava şer de ye. Ji ber tecrîdê îro li Tirkiyeyê û herêmê krîzek dijwar diqewime.” Eksîk bertek nîşanî bêdengiya CPT’yê ya li dijî tecrîdê da û destnîşan kir ku CPT bi vê bêdengiyê xwedî li tecrîdê derdikeve. Eksîk bang kir û xwest hemû raya giştî li dijî tecrîdê hestiyariyê nîşan bide û nerazîbûna xwe ya demokratîk bîne ziman.