Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin 2023-01-23 11:30:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Serokê AKP’a Farqînê Mehmet Nedîm Kiliçaslan di operasyona esrarê de hatin girtin. Hat îdiakirin ku esrara hatiye girtin dê bi konvoya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji Amedê bihata derxistin û leşkerê ku operasyon pêk anî jî hatiye teqawidkirin.    Di sala 2022’yan de gelek operasyonên esrar, eroîn û hişbirê hatin lidarxistin. Di van operasyonan de gelek rêveberên AKP’ê û xizmên wan hatin binçavkirin. Piraniya kesên ku têkiliyên wan bi firotina esrarê re heye jî wêneyên wan bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re derketin holê.    Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu çendek roj beriya serdana Serokkomarê AKP’î Erdogan a di cotmeha 2022’yan de ya Amedê, hatibû bajêr û li navenda Amedê û navçeyên wê xebitîbû. Di heman rojan de Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê li gundê Weysikanê Jorîn ê Farqînê operasyoneke esrarê kir.    GILIYÊ LEŞKER KAYA CEM SOYLÛ DIKIN   Operasyon ji hêla Serçawiş Mûhîttîn Kaya ve tê kirin û 150 kîloyên esrarê tên desteserkirin. Di operasyonê de 3 bira ku xizmên Serokê AKP’a Farqînê Mehmet Nedîm Kiliçaslan in jî tên binçavkirin. Hat îdiakirin ku li ser vê yekê Kiliçaslan û kekê wî Metîn Kiliçaslan ku Serokê Şaxa Kizilayê ya Farqînê ye dikevin dewrê û destûr nadin ku operasyon ji raya giştî re bê ragihandin. Her wiha ji Serçawiş Kaya dixwazin ku operasyonê derbasî qeydan neke. Lê belê Kaya guh nade vê daxwazê. Operasyon derbasî qeydên fermî dibe û binçavkirî li dozgeriyê tên sewqkirin. Li ser vê yekê her sê bira hatin girtin. Birayên Kiliçaslan li dijî Serçawiş Kaya dikevin nava tevgerê û giliyê wî li cem Suleyman Soylû dikin. Hat îdiakirin ku piştî giliyê birayên Kiliçaslan, Soylû tayîna Kaya dide Pasûr a Amedê lê Kaya vê tayînê qebûl nake û tê teqawidkirin.   ‘DÊ ESRAR BI SOYLÛ RE JI AMEDÊ BIHATA DERXISTIN’   Çavkaniyên bi Kaya re rûniştine diyar kirin ku Kaya ji wan re ev îdia kirine: “Esrara min desteser kirî dê bi konvoya Suleyman Soylû re derbasî Balafirgeha Amedê bihata kirin. Piştre jî dê bi awayekî ewle ji Amedê bihata derxistin. Lê bi operasyonê re ev plan têk çû. Lewma jî giliyê min li cem Soylû kirin.”