22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin 2023-01-24 09:06:59   ŞIRNEX - Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê rêxistina partiyê ya navçeyê Ebubekîr Denîz beriya niha bi 22 salan hatin wendakirin. Malbatên wan diyar kirin ku bersûc ji aliyê dewletê ve tên parastin û gotin: "Ev 22 sal in çavê me li rê yê û em li benda wan in. Tenê daxwaziya me agahiyek e."    Li Kurdistanê di salên 90’an de bi hezaran mirov li kolanan an jî qereqolan hatin qetilkirin û windakirin. Ev polîtîkayên dewletê heta salên 2000'î berdewam kirin. Ji van gelek kes jî di bin çavderiya dewletê de, di binçavan de hatin windakirin. Lê belê ne hestiyên wan û ne jî kiryarên wan nehatine dîtin. Ji 25'ê Çileya 2001'ê ve tu xeber ji rêveberên HADEP’ê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz ve ji bo îfade gazî wan kiribû û çûbûn qereqolê, nehatine wergirtin. Taniş û Denîz ên ji ber xebatên partiyê gelek caran ji aliyê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz vê dihatin tehdîtkirin, li ser gazîkirinê çûn qereqolê, lê hew wir derneketin. Malbat ji bo aqûbeta wan doz vekirin, lê di dozê de tiştek bi Ersoz û kesên din nehat kirin. Ji ber ku encamek derneket malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û DMME’yê di 2’yê Tebaxa 2005’an de Tirkiyeyê mehkûm kiribû ku tazmînatê bide malbatan. Piştî vê biryarê jî têkoşîna malbatan a hiqûqî berdewam dike, lêbelê di dîtina cenazeyan de û kiryaran de heta niha tu encam nehatiye girtin.    Hakîm Taniş, birayê Serdar Taniş û parezerê dozê û Emîne Denîz, dayika Ebûbekir Deniz axivîn.    'DOZ NE BI HIQÛQÎ TÊ MEŞANDIN'   Parêzer Hakim Taniş piştî qetilkirina birayê xwe beşa ku dixwîne diguherîne û ji bo ditina kiryaran biryar dide ku bibe parêzer. Taniş piştî ku dibistanê diqedîne jî ewilî bi doza birayê xwe re mijûl dibe. Niha jî ji bo ku kujerên birayê wî bên ditin têdikoşe. Parêzer Taniş anî ziman ku kujerên wan dewlet e û wiha axivî: "Weke ku raya giştî jî dizane, serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêvebirê HADEP'ê yê Silopiyayê Ebûbekir Deniz di 25'ê Çileya 2001'ê de piştî ku çûn Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê heta niha tu agahî ji wan nayê girtin. Lê mixabin ji wendakirina wan û vir ve heta niha me wekî xizmên wan ji dewletê tu piştgiriyeke hiqûqî negirt.  Bersûc her tim bi zirxan tên parastin. Goreke wan tune ye. Di vê dozê de aliyê hiqûqî bi keyfî tê meşandin. Dewlet di dozên wiha nediyar de tu carî li cem welatiyên xwe nasekine. Bersûc her tim bi mertalên zirxî tên parastin. Û heta îro jî tevî hemû daxwazên me jî heta ku gorekê aîdî wan jî nîn e. Pêvajoya hiqûqî ya ku ji 25'ê Çileya 2020'an û vir ve tê meşandin, li gorî rêgezên keyfî û bi temamî nehiqûqî tê meşandin. Di van 22 salan de tenê kiryar hatin parastin. Tu giliyên malbatan esas nehat girtin. Doza destpêkê ji aliyê dozgeriya Silopiyayê ve hat birêvebirin. Piştre dosyeya bi navê Dadgehên Ewlekariya Dewletê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat kirin. Piştî ku DGM hatin betalkirin dîsa dosyeyê şandin Silopiyayê. Piştre jî piştî avakirina dadgehên taybet ên bi destûr, dosya dîsa şandin Amedê."    'ENCAM NEGIRTIN'   Taniş bi lêv kir ku di van 22 salan de ji bo ronîkirina bûyerê tu gavên girîng nehatine avêtin û wiha got: "Me dosya ji DMME'yê re şand. Yek ji parêzerên vê dosyeyê jî Tahîr Elçî bû.  Di sala 2015’an de ji aliyê DMME'yê ve cezayê tazmînatê ji Tirkiyeyê re hat birîn. Pişt re tevî biryara mehkûmkirinê ya DMME'yê lêpirsînên pêwîst nehatin kirin. Piştî biryarê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê biryara neşopandinê da. Me hemû rêyên hiqûqî ceribandin, lê encam negirtin. Serlêdana me ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve nehat qebûlkirin. Piştre me di sala 2020’an de careke din serî li DMME'yê da. Ji ber ku Tirkiye tevî biryara binpêkirina berê û DMME’yê tu lêpirsînek bi bandor nekiriye, niha qonaxa hiqûqî ya dosyeyê li DMME û Komîteya Wezîran a Ewropayê ye û serlêdanek kiriye."   'KUJER TÊN PARASTIN'   Parêzer Taniş diyar kir ku nediyarkirina kujeran hevkariya dewletê ya bi kujeran re nişan dide û wiha domand: "Weke malbatan me daxwaz kir ku em tevlî danişîna doza rêxistina terorê ya çekdar a Ergenekon a li Sîlîvriyê bû bibin. Me daxwaz kir ku em tevlî dosyeyên kujer nediyar de cih bigirin. Lê daxwaza me timî hat redkirin. Her çiqas doza Ergenekonê hatibe girtin jî, Ergenekon rastiyeke heyî ye. Aktorên van bûyerên li herêmê her tim heman kes in. Û ew kesên ku wê demê di rûtbeyên herî bilind ên dewletê de bûn. Lê mixabin ev kes li gorî berjewendiyên konjonktura siyasî ya hikûmetê tên parastin. Ji aliyê hikûmetên berê ve dihat parastin, ji aliyê hikûmeta niha ve jî tên parastin. Ev bi xwe pirsgirêkê. Sedema neditina kujeran jî ew e ku di nav zirxên parastinê de ne. Ji ber ku kiryar di bin sîwana dewletê de ne, dest nadin wan. Rêxistinek bi navê Ergenekon hebû. Hûn bixwazin ??jê re bibêjin JÎTEM, hûn bixwazin jê re bibêjin Ergenekon. Ew kesên ku li Kurdistanê bi hezaran kes kuştine ev kes hin. Ev kiryar mirovên payebilind bûn. Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ji aliyê Fermandarê Alaya Şirnexê yê wê serdemê Levent Ersoz ve hatin qetilkirin. Piştî ku birayê min di binçavan de hat windakirin, vê bûyerê ez gelekî bandor kirim. Bi gelemperî, dema ku min li lîseyê dixwend, ez bi nasnameya xweya dihatim sayisalê dihatim naskirin. Daxwaza min hebû ku bibim bijîşk. Piştî vê bûyerê, ez bi daxwaza ku bibim parêzer derketim rê. Qasî ku saxbim ez ê tekoşîna vê ya hiqûqî bidim."   'EV 22 SALIN EZ LI BENDA KURÊ XWE ME'   Emîne Denîz (92), dayika Ebubekîr Denîz jî anî ziman ku tenê daxwaza wê ew e ku agahiyekê ji kurê xwe bigire û ev tişt gotin: "Wexta ku Ebubekîr ji malê derket me got qey diçe Iraqê. Di êvara wê rojê de agahî ji me re hat, gotin, 'hatine binçavkirin' lê belê me bawer nekir. Ew û hevalê xwe Serdar li ku gihiştibin hev jî nizanim. Ez wê rojê jî nexweş bûm û di nav cihan de bûm. Me bi vê bawer nedikir. Piştre polîs hatin û ji me re gotin, 'hatine girtin' bû serê sibehê zarok çûn û tu agahî jê nestandin. Ji wê rojê heta niha em nizanin li ku ne. Ez mereqa wan de rezîl bûm. Piştî wan li min nexweşî peyda bûn. Hema ew e ku ruhê min di bedenê de maye. Polîsan ji me re got, 'Dewleta me dewleteke baş e.' Min ji wan re got, 'hûn werin ji dilê min re bibêjin.' Xwedê heqê me wenda neke. Gelek caran ji me re agahî hat, gotin cenazeyên wan li vir e. Lê em çûn kesên ku cenazeyên wan hatine dîtin ne ew bûn. Me gelek caran xwîn jî da lê feyde nekir. Şewitandine, avêtibin avê nizanim. Ji wê rojê heta niha min ji kurê xwe agahiyek jî nestandiye. Diyar nekirin. Dewlet kujeran dizane. Lê aşkere nake. Dewlet behr e. Qet nebe bila bibêjin ku çi jê kirine. Ev 23 sal in ez li benda kurê xwe me. Tenê daxwaziya min ew e ku ez ji wan agahiyekê bigirim. Kul û derdê min tenê bûye ev."   MA / Zeynep Dûrgût