Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin 2023-01-24 14:29:28 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG, aşkera kir ku li herêmên Çemço û Sîda yên başûrê Kurdistanê 12 caran bi çekên kîmyewî û 2 caran jî bi bombeyên qexekirî êrîş pek hatine.    Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, HPG'ê ragihandiye ku li herêma Çemço ya navçeya Amediyê û bejahiya gundê Sîda 12 caran bi çekên kîmyewî û 2 caran jî bi bombeyên qexekirî êrîş pek hatine.