Li Agiriyê 2 leşker mirin 2023-01-24 16:26:52   AGİRÎ - Li Agiriyê maşîneyeke leşkerî qulibî û di encamê de 2 leşker mirin.    Li navçeya Bazîd a Agiriyê maşîneyeke leşkerî qulubî û di encamê de 2 leşker mirin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li ser xeta sînorê rojhilat û bakûrê Kurdistanê maşîneyeke leşkerî ku xebatên lêgerînê kiriye qulubiye. Di encama qulubandina maşîneyê de 2 leşker giran birîndar bûne û piştî ku wan radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê jiyana xwe ji dest didin.