Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû 2023-01-24 16:49:00   WAN - Danişîna biryarê ya doza Sevîl Rojbîn Çetîn, ku li Amedê bi îşkenceya fizîkî û kûçikan a polîsan hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, bi hinceta guhertina heyeta dadgehê taloqî 23'ê adarê hat kirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn di sala 2020'an de li Amedê bi îşkenceya fizîkî û kûçikan a polîsan hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Danişîna biryarê ya doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Çetîn hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin û bi hinceta guhertina heyeta dadgehê taloq bû.    Çetîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzer Çetîn jî li danişînê amade bû. Çetîn, li dijî mutalaaya der barê esasê de parastina xwe kir û daxwaza beraeta xwe kir.    Heyeta dadgehê, bi hinceta guhertina heyetê biryar da dosya bê lêkolînkirin û danişînê taloqî 23'ê adarê kir.