ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-25 09:00:20 * Li bajarê Kobanê li dijî DAIŞ'ê 134 berxwedanek destanî û dîrokî hat nîşandan. Tevî ku Kobanê hûrhûrî jî bûbû lê bi alîkariya çar parçeyên Kuristanê ji nû ve hat avakirin.  * Parlementera HDP'î Mûazzez Orhan Işikê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ku hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin û got: "22 mehên dawî tecrîdeke mutleq heye, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin. Tecrîd bêhiqûqîtiye, birêz Ocalan jî mifteya aştiyê ye."    * Dayika Ridvan Eryilmaz ku di dema berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû Qudret Eryilmaz diyar kir ku Kobanê ji bo kurdan cihekî taybetê û wiha got: “Kobanê, qibleya me ye. Divê em Kobanê ji hemû êrişan biparêzin.”    * Mamosteya MED-DER'ê Jana, ji bo dersên hilbijarî diyar kir ku armanca dewletê ne jidil e ku heta encamên wan jî jidil bin û ev tişt got: "Em di warê dersên hilbijarî de dewletê samîmî nabînin. Di zanîngehan de beşa zimanê kurdî vekirin, dersên hilbijarî li dibistanan didin, televîzyon vekirin lê hê jî di qanûan de cih nadin kurdî."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 688’an de berdewam bike.    *Di doza girtinê ya li dijî HDP’ê de, daxwaza taloqkirina dozê heta piştî hilbijartinê wê îro ji aliyê AYM'ê ve bê nîqaşkirin.   * Danişîna ewil a têkildarî qetilkirina Fîrdews Babat a di 18’ê tebaxê de li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê hatiye vekirin, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.00-12.00)   * Danişîna ewil a derbarê hin xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ku alîkariya DÎAY-DER’ê kiribûn, hatiye vekirin wê bê lidarxistin. (10.00)   * Parlamenterên HDP’ê dê di roja 25’emîn a Nobeta Edaletê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê didomînin de li ber Meclisê daxuyaniyê bidin. (11.00) ZINDΠ   * Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji parêzer, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hatine Tirkiyeyê pêk tê wê saziyên sivîl ên civakî ziyaret bike. (11.00)    * Derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi beşdariya Hevserokê KCD Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li Rêxistina DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (11.00) ZINDÎ   * OHD, ÇHD û Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, têkildarî êrişa polîsan a li dijî meşa ku rêxistina HDP’a Îzmîrê dixwest li dijî tecrîdê li dar bixe û binpêkirinên mafan wê li avahiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê civîneke çapemeniyê were lidarxistin. (12.30)   * Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebubekîr Denîz ên piştî ku di sala 2001'ê de çûn Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Silopiyayê, careke din agahî ji wan nehat girtin wê li avahiya HDP'ê ya navçeyê bên bîranîn, (14.00)