Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be 2023-01-25 09:03:40 AMED - Mamosteya MED-DER'ê Jana, ji bo dersên hilbijarî diyar kir ku armanca dewletê ne jidil e ku heta encamên wan jî jidil bin û ev tişt got: "Em di warê dersên hilbijarî de dewletê samîmî nabînin. Di zanîngehan de beşa zimanê kurdî vekirin, dersên hilbijarî li dibistanan didin, televîzyon vekirin lê hê jî di qanûan de cih nadin kurdî."   Di sala 2016’yan de piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê "Rewşa Awarte" hat îlankirin. Di vê pêvajoyê de bi dehan sazî û dezgehên kurdî hatin girtin. Li dijî van zext û astengiyên li ser zimanê kurdî tenê salek piştî van girtinan di sala 2017'an de dîsa gelek sazî û dezgehên kurdî hatin vekirin. Yek ji van saziyan jî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bû ku li Amedê hat vekirin. MED-DER ji sala 2017'an ve bê navber xebatên xwe yên ziman didomîne û di kargeh û atolyeyên xwe de bi hezaran kesî fêrî kurdî kiriye.    ‘2 HEZAR KESAN PERWERDE DÎT’   Mamosteya MED-DER’ê Jana, der barê xebatên komeleyan wan de axivî û diyar kir ku wan xebatên daneya pêşiya xwe yek bi yek bi cih anîn e û wiha got: "Gelek kesan serî li kargehên me xistin. Ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin ji bo kargehên me heye. Taybetî jin, ciwan û kesên temenê wan mezin eleqeyeke zêde nîşanî kargehên me didin. Kesên ku qet kurdî nizanin ji asta destpêkê dest qursan dikin. Piştre asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn dibînin. Beşdarî atolyeyan dibin û sertifîkayên xwe digirin. Par û pêrar ji ber pandemiyê eleqeyeke gelek mezin hebû. Kargehên me hem wek online hem jî li gor pîvanên pandemiyê rû bi rû pêywira xwe bi cih anî. Gelek mirov bûn xwedî sertifîka û belge. Di sala 2022’yan de nêzî 2 hezar kesan serî li komeleya me xistin û dersan girtin. Yên xwestin di qada ziman de bixebitin asta mamostetiyê jî girtin û bûn mamoste.”   GIRINGIYA ZIMAN   Jana, bal kişand ser giringiya hişmendiya zimanê kurdî û bi lêv kir ku di sala nû de dîsa armanca wan a yekemîn fêrkirina ziman û ava kirina hişmendiya zimanê kurdî ye û ev tişt gotin: "Xebatên me her sal bi bernamey, panel û kargehan berdewam dike. Mesela em kargehên zarokan vedikin.  Zarok tev li kargehan dibin û bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin. Her wiha kargehên me yên jinan hene. Poleke me heye ku ji dayikan pêk tê û hem kurmancî hem jî xwendin û nivîsandin hîn dibin. Kargehên me pir bi coş û kêfxweşî derbas dibin. Dîsa di her 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji bo balê bikişînin ser giringiya ziman bernameyan amade dikin. Weke din ji bo girîngiya ziman bi partiyên siyasî, saziyên sivîl û demokratîk re li kolanan, bazaran etîketên ku bi zimanê kurdî navê fêkiyan li ser dinivîsîne belav dikin. Bi Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Ma muzîkê re li tax, kolan û  gundan ji bo bal bikşînin li ser ziman bernameyên ziman, çand û hunerê yên piçûk li dar dixin. Ji bo zimanê siyasetê bibe zimanê kurdî 400 kesên ku di nava siyaseta kurd de cih digirin serî li komeleya me dan û dest bi hînbûna ziman kurdî kirin. Armanca me ya yekemîn bal kişandina li ser zimanê kurdî ye û belav kirina hişmendiya ziman a di nav gel de ye. Hemû xebatên me di vê çarçoveyê de ne. Heta ku em vî zimanî ji xetereyê xilas nekin, nekin zimanê perwerdehiyê û fermî, em ê nesekinin û tekoşîna xwe berdewam bikin."   ‘ARMANC Û ENCAM   Di berdewamê de Jana, têkildarî dersên hilbijarî axivî û diyar kir ku ew di warê dersên hilbijarî de dewletê samîmî nabînin û wiha pêde çû: "Di zanîngehan de beşa zimanê kurdî vekirin, dersên hilbijarî li dibistanan didin, televîzyon vekirin lê hê jî di qanûan de cih nadin kurdî. Heke di vê yekê de jidil bin di qanûnan de cih bidin kurdî. Her wiha zimanê kurdî weke zimanê “x”, “zinamê nayê zanîn”, “zaraveyên ji bilî tirkî”, “zimanê hê dijî” rastiyê sansurê tê. Ji ber vê yekê em jidil nabînin. Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be. Zimanê kurdî xistine mufredatê lê her sal însiyatîf di destê îdareya dibistanan de ye. Mirovekî weke dewletê difikire dibistanê bi rê ve dibe. Ew jî carna ji zarokan re dibêjin form tuneye, carna dibêjin vê dersê negirin mamosteyê vê dersê tuneye, bi awayekî hem zarokan hem jî malbatan ditirsînin. Jixwe heftê rojek e û di wê rojê de jî tenê du saet ders heye."   ‘JI KURDAN RE HEQARET E’   Jana, bi domdarî ev tişt anîn ziman: "Ji bo zimanek bê fêrkirin hewce ye ser hev tu bidî ku sûdê jê bigirî. Gelê kurd gelekî biçûk nîne. Ev mafê me yê bingehîn û xwezayî ye. Zimanê tirkî xwedî çi mafan be em jî wan mafan dixwazin. Em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Bi gelek mînakan dewletê hinek maf dan zimanê kurdî, lê bi qanûnan hilnegirtiye garantiyê. An jî hikûmet biguhere bi rihetî dikare van mafan ji holê rake. Em jîdîlbûnek di vê yekê de nabînin û ev yek ji kurdan re heqaret e. Tiştekî pir biçûk e. Bi salan e me dixapînin, êdî hêviya me ji wan tuneye. Em ji gelê xwe dixwazin mala xwe bike dibistanek û di zimanê xwe de israr bikin. Heta ev ziman nekeve her hêlên jiyanê dê di xetereyê de be û heta 10-20 salên din belkî tu kes behsa vî zimanî neke. Ji ber vê yekê hemû bar li ser pişta me ye û tekoşîna me jî li ser vê yekê ye."   PEYWIRA DEWLETÊ!   Ji bo peywirên dewletê yên zimanê kurdî jî Jana nirxandin kirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Karekî dewletê jî ew e ku zimanê di nava xetereyê de ye teşfîq bike û ji vî halî derbixe û bide jiyandin. Dewlet berovajîyê vê tiştî çend ruh di zimanê me de hebe jî piyê xwe dane ser ku bitepisîne. Dewlet nahêle zimanê kurdî xwe dewlemendtir bike û bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Heta ev her du xal pêk neyên ne mimkûne ku ziman bijî. Heta ji me bê em ê li ser zimanê xwe xebatan bikin. Em ê tekoşîna xwe bi gelê xwe re bikin. Hewce ye em rabin ser xwe û di vî warî de şoreşekê ava bikin. Em ê di komeleyan de û bi kargehan nehêlin zimanê me ber bi tunebûnê ve biçe. Heta ji me bê em ê bidin jiyandin."   BANGAWAZÎ   Di dawiya axaftina xwe de Jana, ev bang kir: "Kargehên me dest pê kirine jî berdewam dikin. Ji ber ku betlane ket navberê me wextê serlêdanan hinekî dirêj kir. Kesên ku dixwazîn serî li kargehên me bidîn, qeydên me berdewam dikin. Li komeleyê yan jî li ser malperê hem rû bi rû hem jî bî awayekî online dixwazin kurmancî û kirmançkî serlêdanan bikin. Li gorî pêdiviya xwe dikarin formê tije bikin. Heta niha me 208 qeyd girtine lê hêj jî berdewam dikin. Derê me vekiriye, em li benda we ne."   MA / Bazîd Evren