‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye' 2023-01-25 09:32:43   WAN - Parlamentera HDP'î Mûazzez Orhan diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ku hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin û got: "22 mehên dawî tecrîdeke mutleq heye, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin. Tecrîd bêhiqûqîtî ye, birêz Ocalan jî mifteya aştiyê ye."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de tê tecrîdkirin. Çendî dem bi dem malbata Ocalan û parêzerên wî hevdîtin pê re kiribin jî, lê zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Daxwaza malbatê û parêzeran a ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "qedexeya parêzeran", "cezayê pêwendîdanînê", "qedexeya hevdîtinê" û hwd. tên redkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan destnîşan kir ku Ocalan ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê mifteya aştiyê ye.    Orhan diyar kir ku Rêberê PKK'ê ji roja ku hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin û got: "Tecrîd tenê di ser mirovekî re nayê kirin. Belê, tecrîd ewilî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, lê tecrîd tespisandina kesekî, civakekê û gelekî ye. Yanî qutkirina ji jiyanê ye." Orhanê bilêv kir ku lewma tecrîd her kesî eleqedar dike.    ‘BINGEHA HEMÛ BÊHIQÛQÎTIYAN TECRÎD E'   Orhan destnîşan kir ku bingeha hemû bêhiqûqîtî û krîzên li Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd e û wiha berdewam kir: "Sedema ku îro siyaseta navxweyî rûxiyaye û kes nikare biaxive, polîtîkaya tecrîdê ye. Polîtîkaya tecrîdê ya ku desthilatê ew afirandiye, îro ro xwe wekî tepisandina mirovan dide der. Krîza aborî û siyasî di asta herî jor de ye. Ji vê jî polîtîkeyeke şer hatiye afirandin."    ‘OCALAN JI BER KU DOZA MAFÊN KURDAN DIKE TÊ TECRÎDKIRIN'   Orhan bilêv kir ku bingeha tecrîda li ser Rêberê PKK'ê ew e ku doza mafê gelê kurd dike û got: "Bi polîtîkayên şer û tecrîdê ser wê polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê ya li hemberî gelê kurd dinixumînin. Ji ber vê Ocalanê ku bi milyonan kes dibêje 'vîna min e' bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin û nahêlin pêwendiyê bi civakê re deyne. A rast birêz Ocalan ji roja ku hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin, lê 21 meh in tecrîdeke mutleq heye. Haya me ji tenduristiya wî, ji jiyana wî tune ye. Tu fêdeya tecrîdê ji bo gelên vî welatî tune ye. Çavkaniya tecrîdê tunehesibandina kurdan û berdewama polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê ye."    ‘OCALAN MIFTEYA AŞTIYÊ YE'   Orhan girîngiya fikrên Ocalan a ji bo gel bibîr xist û wiha axivî: "Me bi hev re şahidî li wan pêvajoyan kir ku gava gotina Ocalan digihîşt gel. Mirovek jî jiyana xwe ji dest nedan, tu dayik negiriya, rewşa aboriyê baş nebû, hêviya aştiya civakî û jiyana bi hev re welidî. Polîtîkayên cihêkariyê bi dawî bûn. Yanî tişta derket holê jiyan bû. Ev du navbera 2012-2015'an de rû dan. Bi gotineke birêz Ocalan şer sekinî." Orhanê bilêv kir ku Ocalan mifteya aştiyê ye û got: "Ji ber vê gotina Ocalan ev qasî girîng e. Li vî welatî her kes bandorê ji tecrîdê digire. Îro ro çavkaniya vê xizanî, bêhiqûqîtî û qirkirinê tecrîd e. Ger dengê birêz Ocalan bigihê civakê, ev pêvajoyên aloziyî dê bi dawî bibin. Ji lew re çavkaniyên vî welatî hemû ji bo şer û polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê tên xerckirin."   BANGAWAZΠ   Orhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya saziyên navdewletî ya ji bo tecrîdê û got: "Saziyên navdewletî ji bo mifha welatên xwe xwe li bêdengiyê datînin. Lê çareserî di destê gelên Tirkiyeyê de ye. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim ku ji bo bidawîbûna tecrîdê deng derxînin."    MA / Bêrîvan Kûtlû