‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’ 2023-01-25 09:53:37   AMED - Kudret Eryilmaz ku dayika Ridvan Eryilmaz ê di dema berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû diyar kir ku Kobanê ji bo kurdan cihekî taybetê û wiha got: “Kobanê, qibleya me ye. Divê em Kobanê ji hemû êrişan biparêzin.”    Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re DAIŞ’ê beşeke mezin a xaka Sûriyeyê dagir kir û dest bi qirkirinan kir. DAIŞ a ku piştî dagirkirina Mûsilê çekên giran bi dest xistin, di 13’ê îlona sala 2014’an de berê xwe da Kobanê û êrişeke berfireh pêk anî. Bi destpêkirina êrişan re ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek deverên cîhanê gelê kurd û derdorên enternasyonal berê xwe dan Kobanê û berxwedaneke dîrokî raber kirin. Kobanê, piştî berxwedana 134 rojan, di 26'ê Çileya 2015’an de hate rizgarkirin. Di berxwedana Kobanê de ji Rojhilat heta Başûr û Bakur, gelek ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan ciwanan jî Ridvan Eryilmaz (Canfeda Dag) bû ku di 12’ê kanûna 2014’an de jiyana xwe ji dest da. Dayika Eryilmaz, Kudret Eryilmaz bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê axivî û bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan û got ku divê kurd Kobanê biparêzin.     ‘JI ÇIYAYÊ GABARÊ BERÊ XWE DA KOBANÊ’   Dayik Eryilmaz da zanîn ku kurê wê di 26’ê nîsana 2011’an de tev li refên PKK’ê bûye û wiha got: “Hêj 9 salî bû ku apê wî şehîd ket. Bi şehadeta apê xwe re got; ‘Apo heta tu şehîd neketî min nedizanî ku kurd im. Sond dixwim ku dê xwîna te li erdê nehêlim.’ Piştî ku DAIŞ’ê êriş bir ser Kobanê wî jî ji çiyayê Gabarê berê xwe da Kobanê û li dijî DAIŞ’ê şer kir. Em dayik jî dema şerê Kobanê çûn Pirsûsê. Haya min jê tunebû ku Ridvan li Kobanê ye. Lê min hîs dikir. Dema hatim malê min ji bavê wî re got; ‘Ridvan hatiye Kobanê.’ Lê ji min bawer nekir. Wan dayikên din jî hîs dikirin ku zarokên wan li Kobanê ne. Her ku birîndarek dihat ser sînor, hemû dayikan baz didan û digotin ê min e.”   ‘HETA ŞEHÎD NEKET MIN NEDIZANÎ LI KOBANÊ YE’   Bi domdarî Eyilmaz got ku heta zarokê wê jiyana xwe ji dest dayî jî haya wê jê nebû ku zarokê wê li Kobanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî şehedata Ridvan, tengijînek di dilê min de hebû. Weke ku tiştek bû ye lê ez nizanim ka çi bûye. Bi şev min xewnek dît. Di xewnê de min dît ku zîle deriyê malê lê dikeve. Bavê wî derî vedikir û digot ‘Ridvan hate malê.’ Min jî Ridvan da ber dilê xwe, hembêz kir, maç kir, serê wî danî ser milê xwe. Pişt re min dît ku em li gund in û derdora me leşker hene. Ridvan got; ‘Ez ê çawa ji wan xilas bibim.’ Min jî got, nasnameya Kobanê li cem te ye tu wê nîşan bide. Ez jinişkan ve şiyar bûm. Destê min li ber dilê min bû lê Ridvan tune ye. Ez giriyam ku Ridvan tune ye. Piştî wê rojê 2 meh û nîv qediyan û agahiya şehadeta wî ji min re hat.”   ‘EVÎNDARÊ ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BÛ’   Di berdewamê de dayik Eryilmaz diyar kir ku kurê wê evîndarê çiyayên Kurdistanê bû û ji wan re her tim digot; “Heke ez bibim gerîla, emr ê min rojek be jî ne bi xema min e.” Dayik Eryilmaz, axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku Ridvan tev li refên gerîla bû, min 4 salan ew nedît. Min jê re digot; ‘Barê Kurdistanê giran e, tu nikarî hilgirî.’ Wî jî digot; ‘Çi dibe bila bibe ez ê layiqî gelê xwe bim.’ Min pir dixwest ku wî bi saxî bibînim. Lê ew hevî di dilê min de ma. Piştî agahiya şehadeta wî em çûn Pirsûsê. Min got heke mirin hebe jî bila bi şeref û namûs be. Ewqas kes şehîd bûn, qey ew ji wan çêtir bû. Min bi wêneyên otopsiyê ew teşhîs kir. Em piştre çûn Pirsûsê û min gora wî li wir dît. Ji bo ku cenazeyê wî bînin Amedê me çend sal piştre daxwazname da. Bi ser re 3 sal derbas bûbûn lê dema me gora wî vekirî, me dît ku tiştek pê nebûye. Polîs jî şaş mabûn û digotin çawa tiştek pê nebûye. Min jî bi dengekî bilind got; ‘zarokên kurdan ne terorîst in, şehîdên heqîqetê ne. Wan li dijî zilme serî netewandine û canê xwe dane.’ Pişt re me cenaze anî û li Amedê veşart.”    ‘TU MAFÊ WAN TUNEYE KU ÊRIŞÎ ROJAVA BIKIN’   Eryilmaz bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tu xirabiya Rojava nagihije Tirkiyeyê. Ji Rojava çi dixwazin? Tu mafê wan nîne ku êrişî Rojava bikin. Bi rizgarkirin û jinûvevakirina Kobanê re me got dilê me ava bû, xwîna şehîdan li êrde nema. Dema qala Kobanê tê kirin xwîna canê me disekine. Xort û ciwanan li dijî hovitiya DAIŞ’ê canê xwe feda kirin. Edî bila hesirên çavên dayikan bisekinin. Hesirên çavê dayikên tirk, ereb û kurdan ji hev cuda nînin. Edî bes e bila ev şerê qirêj bisekine.”   ‘BILA KOBANÊ NEKEVE’   Bi domdarî Eryilmaz Kobanê weke “Qibleya kurdan” pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Kobanê ji bo hemû kurdan, bi taybetî jî ji bo dayikên ku zarokên wan li wir şehîd ketine cihekî pîroz e. Şeva ku 12 balafir li vir rabûn çûn Kobanê, cane min ricifî. Kobanê cihê me yî herî nazik e. Xwîna bi hezaran zarokên kurdan û kesen biyanî li Kobanê rijya. Ji ber wê Kobanê ji bo me cihekî taybet e. Kobanê qibleya me ye. Ez weke dayikekê bang li hemû dinyayê dikim ku çawa Kobanê ji DAIŞ’ê hate xelaskirin, bila bi heman ruhî xwedî li Kobanê derkevin. Li her bihosteke axa Kobanê xwîna şehîdên me heye. Bila Kobane nekeve. Heke Kobanê bikeve em jî dê bikevin.”    MA/ Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargut