Li Erxeniyê komkujiya sewalan 2023-01-25 12:53:24   AMED - Li navçeya Erxeniyê kelexên gelek sewalan li ser sergo û li kêleka rêyan hatin dîtin. Baroya Amedê têkildarî mijarê kete nava hewldanan.    Li sergoya ser Rêya Pîranê ya berê,  li dora Sîteya Seyît Melîk a li Taxa Yenîşehîrê, derdora Bazara Sewalan û li ser rêya sereke ya di ketina navenda navçeya Erxenî ya Amedê kelexên gelek pisîk û kûçikan hatin dîtin. Kils li kelexê sewalan hatine kirin û piştî ku dîmenên wan li ser medyaya civakî hatin parvekirin, parastvanên mafên sewalan û hiqûqnas ketin nava tevgerê.    Ji parastvanên mafên sewalan Nîlay Yilmaz got ku sewalên behsa xeberê dibe ku ji ber jehrîkirinê miribin. Yilmaz, got ku şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de ji bo ku xwe nedin ber berpirsyariyê îdia dikin ku kelexên sewalan ji bajarekê din anîne û ew jî bûyerê vedikolin.    Her wiha Komîsyona Mafên Sewalan a Baroya Amedê jî da zanîn ku dê têkildarî bûyerê serlêdana sûc bikin. Parêzer Leylanaz Eren diyar kir ku kelexên gelek pisîk, kûçik û roviyan hatine dîtin û got ku hinek îdiayên têkildarî bûyerê vedikolin û dê serlêdana sûc bikin.