Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir 2023-01-25 15:05:38   ENQERE - Şandeyek Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi TTB’ê û TÎHV’ê re hevdîtin pêk anî.    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kom bûne, hat Tirkiyeyê. Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên siyasî re hevdîtinan bike. Şandeyek ji Delegasyonê li Enqereyê ewilî serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kir.    Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren tev li civînê bûn. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî bi online beşdarî civînê bûn.   Di serdan ango civîna li gel TTB’ê de tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê hat axivîn. TTB’ê derbarê zext û zordariya li ser girtiyan nêrîna xwe bi şandeyê re parve kir.    Piştî civîna TTB’ê şande çû serdana Navenda Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakalci beşdarî civînê bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.