Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence 2023-01-25 16:10:47 AGIRÎ - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Agiriyê rapora têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên li Girtîgeha Panosê belav kir û baroyê diyar kir ku di odeya singêr de tundî li girtiyan hatiye kirin.    Komîsyona Girtîgehan û Îşkenceyê ya Baroya Agiriyê serdana girtiyên li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L’yê kiribû. Komîsyonê têkildarî binpêkirinên mafan ên girtiyan raporek amade kir û li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Komîsyonê di raporê de binpêkirinên mafan ku girtî pê re rûbirû dimînin rêz kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku nameyên kurdî ku ji girtiyan re tên şandin û nameyên ku girtî bi kurdî dinivisînin tên astengkirin û ev yek wek “şerma mirovahiyê” hat pênasekirin. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku di odeya singêr de tundî li girtiyan hatiye kirin.    Ji bo berfirehiya raporê bitikînin.