Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir 2023-01-25 18:36:04   STENBOL - Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat avakirin, serdana ÎHD a Şaxa Stenbolê û Baroya Stenbolê kir.    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kom li hev kom bûye, hat Tirkiyeyê. Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên siyasî re hevdîtinan bike.    Şandeyeke ji delegasyonê ya 12 kesan pêk hatî, piştî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, serdana Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Stenbolê  û Baroya Stenbolê kir.    Delegasyona ku rojeva wê ya sereke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, tevî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çû ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleriyê delegasyonê pêşwazî kirin. Endamên Hiqûnasên Ji Bo Azadiyê, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) û Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) jî tevlî serdanê bûn.    Serdan paşê bi awayekî ji çapemeniyêr e girtî dewam kir. Piştî serdanê Keskînê axivî. Keskînê bilêv kir ku ji delegasyonê re gotine ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ewil heya niha bi awayekî girand idome û ev Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) jî di anv de gelek normên hiqûqê binpê dike. Hat hînkirin ku di serdanê bi piranî li ser rewşa Abdullah Ocalan, girtîgehan û girtiyên nexweş hatiye sekinandin.    Îro şandeyek ji delegasyonê li Enqereyê ewilî serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) kiribû.