Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê 2023-01-26 10:56:48   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi siyaseta tecrîdê re Tirkiye ber bi kendalê ve dibe û wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê ku dê hilbijartinan winda bike, dixwaze tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê.”    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin zêdetirî 22 meh in agahî nayên girtin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hevdîtinên bi Ocalan re dest bi Nobeta Edaletê kiribûn û di roja 26’an de didome. Li hêla din Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û gelek parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtinan serî li Wezareta Dadê dan lê nehatin bersivandin.    Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got ku îktîdara AKP’ê hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê.    ‘HEWL DIDIN ABDULLAH OCALAN BIDIN JIBÎRKIRIN’    Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku ev demekî dirêje îktîdar hewl dide Ocalan bide jibîrkirin û têkiliya wî ya bi gel re qut bike û wiha domand: “Ji bo vê polîtîkayeke taybet dimeşîne. Tevî vê yekê jî hafizeya gelê kurd zindî ye. Qutkirina têkiliya birêz Ocalan a bi gelê kurd re tenê bi tecrîdkirina wî nabe. Ji ber ku cihekî taybet ê birêz Ocalan ji bo gelê kurd heye. Çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin. Îktîdara AKP-MHP’ê di sedsala nû ya komarê de hemû destkeftiyên gelê kurd hedef digirin. Daxwazên wan ên demokratîk paşguh dikin. Aqilekî kûr heye ku hewl dide li her çar parçeyên Kurdistanê mercên koletiyê yên li ser kurdan tên ferzkirin hîn girantir bikin. Ev, konseptekî dewletê ye û konsensûsek heye. Hemû hêzên navxweyî yên pergalê di vê mijarê de bûne şirîk. Di esasê xwe de hêzên navdewletî jî di vê mijarê de alî digirin. Bi hev re dixwazin ku gelê kurd sedsaleke din jî di nava şert û mercên koletiyê de bijî.”    WATEYA WÊ YA JI BO KURDAN ÇI YE?   Bi domdarî Koçyîgît ev tişt anî ziman: “Gelê kurd bi paradîgmaya birêz Ocalan re bû xwedî asoyeke pir berfireh. Yek ji alavên bingehîn ên xerakirina van lîstikan, têkoşîna hevpar a Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Li dijî hewldana krîmînalîzekirina kurdan, gelê kurd bi saya tezên pergala neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk re bûn xwedî asoyeke pir berfireh. Niha jî amûrên têkoşîna hevpar ên gerdûnî ava kirin û pêşengtiya feraseteke demokratîk dikin. Li dijî armancên bisînorkirina tevgera azadiyê ya kurd a bi rêyên tecrîdkirina birêz Ocalan, gelê kurd bi têkoşîneke pir berfirehtir bersiv dan û ev armanc têk birin.”    POLÎTÎKAYÊN TECRÎD Û NEÇARESERIYÊ   Bi domdarî Koçyîgît da zanîn ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl dide bi rêya polîtîkaya tecrîd û neçareseriyê hêviya siyaseta demokratîk a gelê kurd têk bibe û wiha bi dawî kir: “Pir dixwazin ku gelê kurd di hilbijartinên 2023’yan de ji pergalê bixeyîdin û hêviya xwe ji siyaseta demokratîk qut bikin. Lê gelê me baş di ferqa vê de ye û dê bi saya têkoşîna xwe rejîma AKP-MHP’ê biavêjin sergoya dîrokê. Ji ber polîtîkaya tecrîdê, Tirkiyey ber bi kendalê ve dibin. AKP-MHP dê di hilbijartinê de têk biçin. Dixwazin têkçûna xwe weke têkçûna Tirkiyeyê bidin fêmkirin. Em dibînin ku aqilekî ku hewl dide faşîzmê sazûman bike heye. Bi tecrîdê re hewl didin teşe bidin tevahiya têkoşîna demokratîk. Tecrîda heyî ne tenê li ser birêz Ocalan lê li ser hemû jin, ciwan û kedkaran e. Ev, şêweyekê rêveberiyê ye. Heke pirsa ‘AKP-MHP civakê çawa birêve dibe’ were kirin, divê em berê xwe bidin Îmraliyê. Mafên herî biçûk jî hatine binpêkirin. Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê. Heke em li dijî tecrîda li Îmraliyê dernekevin, dê sibe tevahiya welêt veguhere Girtîgeha Îmraliyê.    Di bingeha hemû pirsgirêkan de bêhiqûqiya li Girava Îmraliyê heye. Divê em li dijî rejîma ku dixwaze ji bo îstîqbala xwe tevahiya welêt diavêje agir, dengê xwe derxînin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye. Destpêka vê berpirsyariyê jî deng derxistina li dijî tecrîd û derhiqûqiya li dijî birêz Ocalan e. Dema em li meseleya muxatabiyê ya birêz Ocalan a di pirsgirêka kurd de û pêşniyarên wî dinihêrin, dibînin ku ji hêla gelê kurd, demokrasiya Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî roleke dîrokî ye.”   MA / Firat Can Arslan