Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar 2023-01-26 13:04:54   RIHA – Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 689’an de didome. Hevşaredarên jin ên HDP’î çûn serdana malbatê. Dayika Emîne Şenyaşar di serdanê de axivî û wiha bang li rayedaran kir: “Dîmenên nexweşxaneyê peyda bikin. Kurê min berdin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 689’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin. Di çalakiya îro de hevşaredarên jin ên Mêrdînê hatin serdana malbatê. Di serdanê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz, Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu û endama Meclisa Şaredariya ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Renas Aburşu û endama Lijneya Bajar a Rêveberiyên Herêmî Mevlûde Çelebî di serdanê de cih girtin.    Rêveberên HDP’a Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî tev li serdana jinên hilbijartî bûn.    'EM JI BO KU BIBIN DENGÊ WE HATIN VÊ DERÊ’    Di serdanê de Hevşaredar Fîgen Altindag got ku ji bo li dijî zilm û komkujiyê bibin dengê malbatê hatine serdana dayika Emîneyê û wiha got: “Êdî divê tu kes nema xwe li bêdengiyê dane. Ji bo ku êşa malbatê sivik bibe em hatin cem wan. Em baş dizanin ku hemû derdorên civakî li dijî zilmê li rex malbatê cih digire. Lewma em niha li ba hev in. Bila ev êş û zilm bi dawî bibe. Em bibin bersiva vê serhildana dayikê.”    'KURÊ MIN BERDIN’   Piştre jî dayika Emîne Şenyaşar axivî û bi bîr xist ku kurê wê Fadil ev 5 sal in di hucreye yekkesî de tê ragirtin. Dayika Emîne, xwest ku kesên komkujiya li nexweşxane û kargehê pêk anîn bên cezakirin û wiha bang kir: “Ma hûn dewleteke çawa ne, kujeran bibînin. Dîmenên li nexweşxaneyê peyda bikin. Kurê min berdin.”    Jinên di şandeyê de cih digirtin heta demekî bi malbatê re nobet girtin û piştre jî çûn.