Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin 2023-01-26 13:47:43   ŞIRNEX - Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan hatin kirin.   Li Herêma Besta ya Şirnexê 22’yê çileyê di navbera endamên HPG’ê û artêşa tirk de şer qewimîbû. Di şer de 6 endamên YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Ji van cenazeyan ên Gulnaz Ocal, Hamdiye Tekbidak û Leyla Sain rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Her sê cenaze jî ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin. Malbatan cezaneyên zarokên xwe wergirtin. Cenazeyê Ocal û Tekbîdar bir bi Wanê ve û yê Sain jî ber bi Sêrtê ve hatin rêkirin.    Her wiha hate ragihandin ku 3 cenazeyên din jî li morga nexweşxaneyê li benda teşhîskirinê ne.