Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir 2023-01-26 14:57:51 AMED - Amedsporê  vê carê jî ji bo mevkiya forvetê xurt  bike lîstikvanê Îskenderûnsporê Yasîn Abdîoglû transfer kir.    Di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor ji bo bibe şampiyon hewl dide tîma xwe xurt bike. Amedspor bênavber transferan dike. Vê carê jî ji bo mevkiya forvetê xurt bike Yasîn Abdîoglû yê beriya niha li Îkenderûnsporê dilîst transfer kir.   Ji bo Abdîoglu, merasîmek hat lidarxistin. Serokê Amedsporê Selahattin Yildirim, Wekîlê Serokê Amedsporê Omer Elaldi û Sekreterê Giştî yê Amedsporê Seyîthan Şan tev li merasîmê bûn.