Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin 2023-01-26 15:23:07   STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin ku tavilê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin.    Înîsiyatîf Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî agahînegirtin û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya xwe ya li Aksaraya Stenbolê daxuyanî da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî piştgirî dan daxuyaniya dayikan. Di civînê de pankarta “Em ê aştiyek bi rûmet ava bikin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    ‘GUH BIDIN QÊRÎNA ME'    Dayika Aştiyê Guler Bugday bal kişand ser şer û tecrîda li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên û wiha got: “Îro tecrîdek giran li ser rêberê gelê kurd heye. Em wek dayikên aştiyê du şert û mercan de naxwazin şer biqewime. Bila êdî dewlet guhê xwe veke û dengê qêrîna dayikan bibihîze. Niha bi hezaran kurdên aştîxwaz di zindanan de ne û tên tecrîdkirin. Ev tecrîd û şertên xerab her ku diçe berbelav dibe.”    BANGA DIJDERKETINA ŞER    Bûgday destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye û got: “Tecrîd şer e û rondikên çavê dayikan e.” Bûgday Bubo Taş û Mehemt Akar ên li dijî tecrîdê xwe şewitandin bi bîr xist û wiha got: “Em dibêjin êdî bes e. Bila êdî vî şerî bisekinîn û tecrîdê rakin.” Bûgday bang li dayikên leşkeran jî kir û xwest li dijî şer dengek xurt derbixin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.