Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir 2023-01-26 16:30:21   ENQERE - Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana Hevserokê Giştî yê Mîthat Sancar û şandeya ÎHD’ê kir.    Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê, serdanên xwe yên Enqereyê di roja duyemîn de berdewam kir. Delegasyon tev li civîna ku li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hate lidarxistin bû. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê Partiya Demokratîk a Gelan Serhat Eren beşdarî civînê bûn.    Li civîna ku li ÎHD’ê hate kirin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, şertên tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, pêkanînên tecrîda 24 salan a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkildarî 22 meh agahî jê negirtinê nirxandin hate kirin. ÎHD’ê têkildarî pêkanînên tecrîdê yên li Îmraliyê û girtîgehên Tirkiyeyê giran dibin de nêrînên xwe ragihandin.    BI SANCAR RE HATIN GELHEV   Delegasyon, tev li civîna li Navenda Giştî ya HDP’ê hate lidarxistin bû. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê Partiya Demokratîk a Gelan Serhat Eren û parêzerên OHD’î beşdarî civînê bûn. Di civînê de doza girtinê ya li dijî HDP’ê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hatin.