ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-27 09:00:01     * Rêberê PKK’ê Abdullah, komploya navneteweyî ya li dijî xwe weke “Operasyona NATO-Gladioyê” pênase kir û wiha got: “Ji bo bicihanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gavekî girîng bû.”   * Endamê MYK'a HDP'ê Emîr Alî Turkmen diyar kir ku dê di Konferansa Komara Demokratîk de pirsgirêka demokrasiyê ya sedsalî ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin û got: "Pergaleke din pêkan e."    * Di îdianameya der barê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir de ku tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn, îdiayên "paralelî" yên kesên bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li ber HDP'ê hatine rûniştin hene.    * Nûnerê Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK'ê Mûrad Mihçi û Endama Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê Heval Bozdag hemû derdorên bindest vexwandin Desteya Giştî ya HDK'ê ku dê di 29'ê Çileyê de bi dirûşmeya "Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di bin banê meclisên demokratîk de bibin yek. Em bi civakeke rêxistinkirî û azad jiyana nû ava bikin" bê lidarxistin.    * Li Edeneyê lêpirsîna der barê polîsan de ku hem li kuçeyê hem jî li qereqolê li E.E. xistibûn, 11 meh in bi dawî nebûye.    * Mehmet Emîn Guzel, birayê girtiyê nexweş Mehmet Denîz Guzel ku 30 sal in girtiye û di 9’ê Tebaxa 2022’yan de bi hinceta cezayên hucreyê înfaza wî hatiye şewitandin, bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got: “Ev ceza li dijî hiqûqê ye. Li hemberî kurdan hiqûqa neyartiyê tê meşandin.”   * Talankirina daristanên bajarê Şirnexê didomin. Dewletê bi destê cerdevanan li gundê Sorbitme yê Silopiyayê bi sedan dar birîn û dixwaze li gundê Biliganê jî vê talanê bide destpêkirin. Şêniyên taxê navborî bertek nîşan dan û wiha gotin: “Em çûn cem walî û midûriyeta daristanan. Ji me re gotin; ‘An hûn dê wan daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn.’”    * Serokkomarê AKP'î Erdogan cezayê Îlhan Kiliç û Kenan Denîz ên ji doza 28 Sibatê cezayê muebbetê lê hatibû birîn û girtiyê edlî Osman Kartal rakir. Malbatên girtiyên nexweş ên siyasî bertek nişanî biryara Erdogan dan û gotin: “Heke edalet hebe divê ji hemû girtiyan re hebe. Ev tişt dirûtî ye.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 690’an de berdewam bike.    * Endamên Delegasyona li Dijî Tecrîdê wê li Amed, Enqere û Stenbolê serdanên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî bikin. (09.30-18.00)   * Parlamenterên HDP’ê di roja 27’emîn a Nobeta Edaletê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin de dê li ber Meclisê daxuyaniyê bidin. (11.00) ZINDÎ   * Doza derbarê Metîn Şengîl ê ku Mîhrîban (Berîvan) Alturk a jê cuda bû qetil kir, wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (14.30)