Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn 2023-01-27 09:00:52 AMED - Di îdianameya der barê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir de ku tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn, îdiayên "paralelî" yên kesên bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li ber HDP'ê hatine rûniştin hene.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di 23'yê kanûna 2022'yan de tevî 14 hevserokên bajaran hatibû binçavkirin. Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn hatibûn girtin. Der barê Bayindir de bi "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku bi îfadeyên şahidên veşarî yên bi bernavê Firar, Hafiz û Ezel û şahidên eşkere Bîrdal Erol û Kezban Kûdayê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha hatiye derpêşkirin ku piştî ku van şahidan "xwestiye îfadeyê bidin, îfadeya wan hatiye girtin."    Di îdianameyê de îfadeyên 3 jê veşarî 5 şahidan û yên kesên bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li ber Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê hatine rûniştandin "paralelî" hev in. Di îdianameyê de şahidê veşarî yê bi bernavê Firar, di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku DBP û HDP "xeyalê avakirina Kurdistaneke serbixwe dikin" û wiha gotiye: "Avahiya DBP'a Amedê, niha wekî baregeha KCK'ê ya li Amedê tê bikaranîn."    ÎDIAYÊN PARALELÎ YÊN KESÊN LI BER HDP'Ê HATINE RÛNIŞTANDIN   Di îdianameyê de îfadeya şahidê veşarî Ezel û gotinên kesên ku bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya HDP'a Amedê hatine rûniştindin paralelî hev in. Di îdianameyê de Ezel gotiye DBP û HDP, "kesan tev li nava rêxistinê dikin." Ezel, di îfadeya xwe de navê hin rêveberên her du partiya gotiye û van kesan bi "kesan tev li nava rêxistinê dikin" tawanbar kiriye. Çendî hatiye diyarkirin ku lêpirsîna der barê Bayindir de bi îfadeyên şahidan hatiye destpêkirin, lê ji şahidên veşarî û eşkere tenê îfadeya şahidê veşarî Ezel li ser Bayindir heye. Ezel di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku Bayindir berpirsê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) ya girêdayî Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ye.   Di îdianameyê de daxuyanî û çalakiyên ku Bayindir tev li wan bûne û daxuyanî û hevpeyvînên wî wekî sûc hatine hesibandin. Her wiha beşdariya wî ya li kongreya MED TÛHAD-FED'ê jî sûc hatiye hesibandin.    15 SAL CEZA   Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku Bayindir di nava pergala hiyerarşîk a rêxistinê de hereket kiriye û bi vî awayî sûcê "endamtiya rêxistinê" kiriye. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Bayindir bê birîn.    Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê ve hatiye qebûlkirin. Danişîna ewil dê di 22'yê Adarê de bê lidarxistin.