Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê 2023-01-27 15:15:33   RIHA - Di 2’yemîn Kongreya Asayî ya Şaxa OHD’a Rihayê de beşdaran bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Bi tecrîdê re dixwazin heqîqetê parçe bikin û civakîbûnê birûxînin.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê 2’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Li eywana konferansê pankartên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye”, “Ji bo civakek azad û demokratîk hûqûqa azadîxwaz", "Girtiyên nexweş berdin” û “Li dijî kedxwarî, tundî û newekheviyê bijî têkoşîna jinan” hatibûn daliqandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Baroya Rihayê, rêveberên Hewldana 78’an, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekitiya Endezyarên Madenê yên Tirk (TMMOB), Dayikên Aştiyê, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Malbata Şenyaşar û gelek kesên din tev li lijneyê bûn.    ‘MÎNAKA 'GUANTANAMOYÊ DERBAS KIR’    Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona ku xebatên Şaxa OHD’a Rihayê v edibêje hate pêşandan.    Alî Arslan ê OHD’î ku di dîwanê de cih digirt bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Li tu deverekê cîhanê sepana tecrîdê nîne. Vê rewşê êdî mînaka Guantanamoyê jî derbas kir. Weke OHD’a Rihayê me ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) da. Lê hêj bersivek nehatiye dayîn. Divê rojeva sereke ya TBB û Baroya Rihayê bibe bidawîkirina vê bêhiqûqiyê.”   'OHD LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFAN E’   Piştre jî Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halat axivî. Halat, da zanîn ku weke OHD’ê li dijî binpêkirina mafan e û wiha domand: “Ev sekna me dê her tim bidome. Weke civak em di pêvajoyeke zehmet de ne. Li rexekî tecrîd, zext û tundî, li rexa din jî nenaskirina qanûnan. Di rewşeke wiha de piştevanî û têkoşîn pir girîng e. Bi tecrîdê re heqîqet tê parçekirin û civakîbûn tê hilweşandin. Di her qada jiyana me de tecrîd heye, li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û tundiya darazê tê kirin. Di demekî ku bêhiqûqî ewqas jirêzê tên hesibandin de weke OHD’ê em ê her tim li dijî van sepanan derkevin.”   Piştî axaftinan jî rêveberiya nû hate hilbijartin. Di dengdayînê de hevserokên heyî Îbrahîm Halîl Oyke û Meral Halat dîsa hatin hilbijartin.