Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê 2023-01-27 15:45:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Hasan Sefer da zanîn ku şandeyeke wan ava kirî dê bi mebesta hevdîtina li ser pirsgirêka avê, di destpêka meha sibatê de bê serdana Tirkiyeyê.    Şêwirmendê Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Hasan Sefer da zanîn ku şandeyeke ku ji hêla Wezareta Çavkaniyên Avê ve hatiye avakirin dê di destpêka meha sibatê de biçe serdana Tirkiyeyê û têkildarî pirsgirêka avê hevdîtinan bike.    Hasan Sefer da diyar kir ku di halê hazir de çavkaniyên avê yên heyî pêdiviya Iraqê ya bi avê pêşwazî nake û bang li Tirkiyeyê k ir ku mixdara ava Çemê Firatê zêde bike. Hasan Sefer destnîşan kir ku ku bi heman rojevê li Îranê jî hevdîtin kirine.    Sefer, da zanîn ku di mijara parvekirina avê de bi hikûmeta Sûriyeyê re lihev kirine.