Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin 2023-01-27 18:38:16   STENBOL – Li Bûrsayê polîsekî tevgera taybet dêya xwe, birayê xwe û hevjîna birayê xwe kuşt.    Li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê polîsê bi navê A.E. ku li Çewligê polîstiyê dike, dêya xwe Bedriye E., birayê xwe Remzî E. û hevjîna birayê xwe kuşt û birayê xwe Mehmet E. jî birîndar kir. Hat hînkirin ku Mehmet E. rakirine nexweşxaneyê.   Hat hînkirin ku polîs A.E. piştî komkujiyê çûye Midûriyeta Polîsan xwe teslîm kiriye.