Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin 2023-01-27 21:12:21     ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Raîfe Kûtlak ku di şer de jiyana xwe ji dest da, radestî malbata wê hat kirin. Lê cenazeyê Evîn Encuyê nedan malbatê.   Li herêma Bestayê ya Şirnexê di 22'yê Çileyê de, di navbera hêzên YJA-STAR û leşkerên tirk de şer qewimîbû. Di şer de 6 endamên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Duh 3 cenaze radestî malbatan hatibûn kirin.    Ji 3’ê cenazeyên ku li nexweşxaneyê yek jê yê Raîf Kûtlak bû. Îro malbatê cenazeyê Kûtlakê teşxîs kir û ber bi Wanê ve rê ket.   MALBATÊ TEŞXÎS KIR, LÊ NEDAN   Her wiha ji van cenazeyên ku li benda teşxîskirinê ne, yê endama YJA-STAR’ê Evîn Encuyê jî hat teşxîskirin. Lê belê hat gotin ku ji malbatê re hatiye gotin ku heya şîna Nîmet Encuyê cerdevan ku apê Evîm Encuyê ye, neqede dê cenazeyê Evîn Ecnuyê nedin.    Ji xeynî cenazeyê Encuyê, cenazeyekî din jî li benda teşxîskirinê ye.