Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye 2023-01-28 09:02:48   MÊRDÎN - Rojnamevan Mûrat Verîm ji aliyê Yûnanîstanê ve radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û hatibû girtin. Ji bo cezayê li Verîm hatiye birîn û du dozên wî yên hê didomin nîşeyên wî yên ji bo nûçeyan û xebata wî ya li beşa çapemeniyê ya şaredariyê wekî delîl hatine hesibandin. Çendî Verîm di îfadeya xwe de parastiye ku ew rojnamevan e jî, dozgeriyê vê yekê wekî "xelasiya ji sûc" nirxandiye.   Rojnamevan Mûrat Verîm ku li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin û li Şaredariya Kerborana Mêrdînê li Midûriyeta Çapemenî û Têkiliyên Gel xebitiye, li Yûnanîstanê hat binçavkirin û paşê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Verîm, piştî ku radestî Tirkiyeyê hat kirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê. Di sala 2016'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Verîm hatiye vekirin û ji ber vê dozê 3 sal ceza lê hatiye birîn. Hat hînkirin ku piştî ku Dadgeha Bilind cezayê li Verîm hatiey birîn pesend kiriye, Verîm hatiye girtin.    2 DOZÊN WÎ DIDOMIN   DI sala 2017'an de der barê rojnamevan Verîm de 2 dozên din jî hatine vekirin. Di van dozan de Verîm bi "endamtiya rêxistinê" hatiye sûcdarkirin. Ji van dozan yek jê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê û yek jê jî li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an Mêrdînê didomin. Di her 3 dozên der barê Verîm de jî xebatên rojnamevaniyê wekî sûc hatine hesibandin.    DAXUYANIYÊN ŞAREDARIYÊ SÛC HATINE HESIBANDIN    Di dosyeya ku 3 sal ceza li Verîm hatiye birîn de, nivîsa "Bi Xwerêveberiyê Ber Bi Nasnameya Azad Ve" a li ser "Bultena Çapemeniyê ya Şeradariya Kerboranê", daxuyaniyên hevşaredaran ên di dema qedexeya derketina derve de sûc hatine hesibandin. Her wiha peyama şaredariyê ya ji bo Hefteya Mafên Mirovan jî jibo Verîm wekî sûc hatiye hesibandin.    NÎŞEYÊN NÛÇEYAN   Di îdianameya ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê ve hatiye qebûlkirin de lênûska nîşeyan a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatiye çapkirin sûc hatiye hesibandin û her wiha nav, paşnav û temenê polîsê ku li Kerboranê di êrişekê de hat kuştin, ji ber ku di lênûskê de hebûne, ev jî wekî sûc hatine hesibandin.    Di îdianameya ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê ve hatiye qebûlkirin de jî hatiye diyarkirin HPG'Iyê bi birîndarî hatiye zevtkirin navê wî daye û lêpirsîn ji ber vê dest pê kiriye.  Çendî Verîm di îfadeya xwe de parastiye ku ew rojnamevan e jîî, dozgeriyê vê yekê wekî "xelasiya ji sûc" nirxandiye" û xwestiye Verîm bê cezakirin.    MA / Ahmet Kanbal