Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin 2023-01-28 20:54:18   STENBOL - Di deklerasyona Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê de, hat destnîşankirin ku demildest divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin.    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku di nav de siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamevan hene û ji 7 welatan ji 36 kesan pêk tê, piştî serdanên xwe yên li Amed, Stenbol û Enqereyê, li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li dar xist. Forûm li Taksîmê li otêlekê hat lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parêzerên Buruya Hiqûqê ya Sedsalê, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) BUnyamîn Şeker, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, siyasetmedar, rojnamevan û aktivîst tevlî forûmê bûn.    Forûm bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Di forûmê de têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş, çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo girtiyên nexweş hatibûn destpêkirin hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin. Di forûmê de endamên Delegasyona Navneteweyî çavdêriyên xwe yên der barê serdanên 3 rojan de ragihandin û beşdarvanan jî pêşniyaz kir ku divê têkoşîn li qada navneteweyî jî bê belevakirin.    Piştî nîqaşan Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, metna deklerasyona hevpar eşkere kir.    Di metna Deklerasyonê de ev tespît û pêşniyaz hatin kirin:   * Pêkanînên li Îmraliyê, tecrîdê derbas kirine û hatine asta nepêwendiya mutleq. Ev yek tenê ne meseleya hiqûqê ye, di heman demê de divê wekî pirsgirêkeke polîtîk bê pênasekirin.    * Heya meseleya kurdî derî Îmraliyê bê xwendin û hevrûbûn bi hêlên wê yên siyasî û civakî neyê kirin, dê raya demokratîk jî nikaribe xwe ji berpirsiyartiya tecrîdê xelas bike.    * Tenê ne birêz Ocalan û girtiyên siyasî, tevahiya muxalefeta civakî tê tecrîdkirin. Jiyana me bi temamî ji aliyê pergala kedxwariyê ve hatiye dorpêçkirin. Xelasiya ji vê dorpêçê, ancax bi têkoşîna hiqûqî, polîtîk û civakî pêkan e.    *Astengkirina xebatên parêzeran û parêzvanên mafên mirovan ên li dijî liv û tevgerên hiqûqî yên li hemberî girtiyên li Girava Îmraliyê, cihê fikaran e. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku qada hiqûqê û mafên mirovan bi êrişan re rû bi rû ye.    * Bêdengiya dewletên Ewropayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û peymanên din ên navneteweyî ya ji bo binpêkirina mafên mirovan ên gerdûnî, nayê qebûlkirin. Li dijî vê bêdengiyê rêxistinkirina têkoşîna maf û hiqûqê ya di asta globalî de bivênevê ye.    * Em cardin bang dikin ku li Tirkiyeyê kesên li meqama berpirsiyariyê demildest divê li Girtîgeha Îmraliyê serdestiya hiqûqê ava bikin. Em berpirsiyariya hemû dewletên Ewropayê ya li hemberî pirsgirêkan cardin bibîr dixin û em bang dikin ku divê mafên bingehîn ên mirovan nebin qurbana berjewendiyên jeopolîtîk û aboriyê.    * Helwesta ji bo Girava Îmraliyê û helwesta hiqûqî-polîtîk a li wir, kaxeza tûrnûsolê ya standardên demokratîk û rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ye.   * Bêpêwendiya mutleq û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê heya neyê feisxkirin, çareserkirina pirgsirêka kurdî û xizanî, birçîbûnî, koçberî, penaberî, erozyona çandî, pirsgirêka jinê û rûxandina ekolojîk ên girêdayî wê ne pêkan e. Lewma di meseleya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê  û meseleya bi awayekî mayinde çareserkirina pirgsirêkan de, rewşa li Îmraliyê gelekî girîng e.    * Divê rejîma înfazê ya cihêkar ku ewilî li Îmraliyê hatiye pêkanîn û gav bi gav li girtîgehên din belav bûye, bi dawî bibe. Di serî de girtiyên nexweî, divê rêz li mafên hemû girtiyan bê girtin.    * Pergala Îmraliyê wekî teknîkeke rêveberiyê tê pêkanîn. Ev ne tiştekî îstisna ye, li tevahiya welêt hatiye belavkirin û veguheriye rejîmeke hiqûq-polîtîk a asayî. Bekaya desthilatê ketiye pêşiya siberoja bi milyonan kesî.    * Birêz Ocalan, 24 sal in muxatabê her cure îşkenceyên xeyrî exlaqî, xeyrî mirovî ye. Armanca sereke ya van pêkanînan, tasfiyekirina têkoşîna demokratîk û rewa ya muxalefeta civakî ye. Lewma divê armanca sereke ya hêzên muxalefeta civakî, bi temamî fesixkirina pergala Îmraliyê be.    * Meseleya kurdî bi kapasîteya xwe bûye pirsgirêkeke Rojhilata Navîn û cîhanê. Lewma divê çareserkirina wê jî li gor geşedanên Rojhilata Navîn cîhanê bibe rojev. Ji bo vê jî divê mirovahî hemû înîsyatîfê wergire û tevbigere.    * Bêpêwendiya mutleq a li Îmraliyê jî cihê fikaran e. Lewma em cardin CPT'yê vedixwînin berprisiyariyê. Di serî de dostên me yên li Ewropayê, em li benda hemû parêzvanên hiqûq û mafên mirovan in ku zorê bidin CPT'yê. Her wiha CPT divê serdana xwe ya dawî ya li Îmraliyê demildest bi raya giştî re parve bike.    * Forûma me ya îro, civîneke tezekirina bîrê û cardin hevrûbûnê ye. Hat bilêvkirin ku divê piştevanî û têkoşîn bê xurtkirin û pêşengiya vê jî peywira sereke ya pêkhateyên forûmê ye.    * Di meseleya Îmraliyê de tenê gel ji mafê agahîwergirtinê nayê mehrûmkirin. Di vê atmosfera nediyar de sazûmaniya siyasetê jî di nava manîspulasyonan û agahiyên qirêj de diperpite û rêya xwe winda dike. Demildest divê dawî li vê rewşa bifikar bê.    * Navnîşana çareseriya van pirsgirêkan hemûyan, bia wayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurdî ye. Ji bo meseleya kurdî bi awayekî siyasî û aştiyane bê çareserkirin û Tirkiye demokratîk bibe, azadiya Ocalan bivênevê ye.