Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn 2023-01-29 12:40:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Xoy a Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê bi pileya 6.1 erdhej çêbû. Di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 600 kes jî birîndar bûn.    Duh di saetên şevê de li navçeya Xoy a girêdayî bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 6.1 erdhej çêbû. Bîlançoya erdhejê hêdî hêdî zelal dibe. Ji ber erdhejê, bajarên bakurê Kurdistanê Wan û Colemêrg jî hejiyan. Hat zanîn ku di erdheja li Xoyê de gelek avahî hilweşiyan, 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 664 welatî jî birîndar bûn.    Hinek çavkanî jî dibêjin ku di erdhejê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.