ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-30 09:00:20   * Komploya hêzên navnetewî yên di nav NATO’yê de ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anîn bi ser neket. Di pêvajoya 24 salan de paradigmaya Ocalan gerdûnî bû.    * Parêzerê ji Îtalyayê Mario Angelelli diyar kir ku ew komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek “rûpelek reş” dinirxîne û got: “Divê mirovahî vî mirovê hêja biparêze. Ocalan mifteya gelan e ku bigihîjin aştiyê.”    * Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler, Hasîne Guler bertek nîşanî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag da û wiha got: “Di navbera girtiyên nexweş de cihêkariyê dikin. Dizîker, mafya, tecawizkar û kujeran ber didin lê girtiyên me bernadin. Bila wezîrê dadê soza xwe bi cih bîne û girtiyên nexweş berde.”   * Rojnamevan Şêro Qelenî diyar kir ku weke roja ewil nebin jî çalakiyên li Îranê hêj didomin û wiha got: “Ji bilî jinan, malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin pêşengtiyê dikin. Ev yek dide nîşan dan ku gel wê li dijî rejîmê li ser piyan be.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 691'emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza êrişkarên li Enqereyê dijî cemxaneyên elewiyan êriş pêk anîbûn dê li Dadgeha Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, dê di roja 28'emîn de li ber Meclisê berdewam bike. (11.00)    * Danişîna doza Sazûmankarê Weqfa Hîranûrê Yusuf Ziya Gumuşel ku keça xwe ya 6 salî H.K.G. bi darê zorê bi Kadîr Îsteklî re zewicand û bi awayek sîstematîk ku bi tecawizê re rûbirû ma dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûya Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Koma Ma Muzîkê dê piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê jî konserek bo sê rojan li dar bixe. Konser di roja yekemîn de li Şanoya Bajêr a Amedê dest pê dike. (20.00)