Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin 2023-01-30 12:54:23   STENBOL - Balyozxaneya Amerîka hişyarî da û diyar kir ku piştî “şewitandina Quranê” ya li Swêdê û Danîmarkayê dibe ku li Beyoglû û derdora wê êrişên bersivdayînê pêk werin.   Li Swêdê û Danîmarkayê bûyera “şewitandina Quranê” pêk hatibû. Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 27’ê çile de hişyarî dabû welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û diyar kiribû ku dibe li dijî hemwelatiyên wan êrişa bersivdayînê pêk were. Balyozxaneya DYA’yê daxuyaniyek nû ya hişyariyê da welatiyên xwe.    Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de îşaret bi wê yekê anî ku dibe li navçeya Beyoglû ya Stenbolê û derdora wê êrişên bersivdayîna bo “şewitandina Quranê” pêk were û di vî derbarî de hişyarî da hemwelatiyên xwe yên li derdora Beyoglûyê dijîn.    Amerîka, Fransa, Îtalya, Îspanya, Almanya û Swêdê di 27’ê çile de hişyariyên têkildarî serdana Tirkiyeyê weşandibû.