ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-31 09:00:26   * Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in lê tê tecrîdkirin, bi awayê rêvebirina xwe, bi qedexeyên hevdîtinê û pêwendîdanî ew girtîgeh e ku li seranserê cîhanê mînakeke wekî wê tune ye.    * Parêzer Dersim Erîşen diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan êdî gihaştine asta binpêkirina mafê jiyanê û got: "Rewşa li girtîgehan pir xirab e û dibe ki mirin zêde bibin. Pirsên me yên di vî warî de ku em berpêşî kesên têkildar dikin jî nayên bersivandin. Ne girtîgeh ne jî Wezareta Dadê bi tu awayî tiştekî nabêjin."    * Li Rihayê der barê jinên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de daketin kuçeyan bi îdiaya "muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan" lêpirsîn hat destpêkirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 694'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza qezaya TIR'ê ya li navçeya Dêrika Mêrdînê pêk hat dê li Dadgeha Mêrdînê bê lidarxistin. (09.30)   * Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda Îmraliyê dane destpêkirin dê di roja 29'emîn de li ber Meclisê berdewam bike. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45)    * Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê li eywanek dawetê panela "Siyaseta Demokratîk û Rêya 3'yemîn" li dar bixe. (13.00)