Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin 2023-01-31 09:34:44   AMED - Dayîka Veysî Aktaş ê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, Faîke Aktaş wiha got: “Kurê min mirî ye sax e em nizanin.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin. Her wiha ji 25’ê adara 2021’an ve jî ji Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin tu xeber nayên girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "cezayên dîsîplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. Herî dawî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 4'ê çileyê de serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtinê bersivandibû û derpêş kiribû ku cardin cezayê dîsiplînê hatiye birîn û ji ber vê 3 mehan biryara qedexekirina hevdîtinê hatiye dayîn.   'HAYA MIN JI KURÊ MIN NÎNE'   Dayîka Veysî Aktaş, Faîke Aktaşê bertek nîşanî tecrîda girankirî da da û bi bîr xist ku lawê wê 28 sal in di girtîgehê de ye. Aktaşê da zanîn ku ev 8 sal in wê kurê xwe qet nedîtî ye û wiha got: “Bi riya telefonê jî em ne axaftin e. Ev bû du meh bavê wî çûye rehmetê. Me serlêdan kir ku lawê min were tev li şîna bavê xwe bibe lê nehiştin. Derbarê Veysî de tu agahiyan jî nadin me. Berî ku bibin Girava Îmraliyê telefon dikir, du, sê mehan carekê ez diçûm min didît. Piştî birine Girava Îmraliyê min kurê xwe nedîtî ye. Niha qet haya min ji kurê min nîne. Tu sucê kurê min jî tune ye. Me gelek caran ji bo dîtina Veysî serlêdan kirine. Lê hemû hatine red kirin. Tecrîd danîne ser kurê min û dibêjin em nahêlin hûn Veysî bibînin. Mirî ye, sax e em nizanîn.”   Aktaşê daxwaza aştiyê kir û ev tişt got: “Em aştiyê dixwazin. Ez dixwazim kurê min were berdan û ez wî bibînim. Em şer û pevçûnan naxwazin.”