Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam 2023-01-31 11:04:28   STENBOL - Ahmet Huseyîn yê ku ji nîvî zêdetir temenê xwe di girîgehê de derbas kir piştî tê berdan vedigire warê xwe Rojava. Huseyîn destnîşan kir ku ew bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser pêya maye û got: “Heke ji bo azadiyê bedel hewce be divê tu bedel bidî. Tu tiştek ji azadiya civakê negirîngtir e.”    Girtiyên ku di salên 1990’î de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatibûn girtin û cezayên muebedê li wan hatibûn birîn, ev du sal in tên berdan. Berdana girtiyên 30 sal in di girtîgehan de ne berdewam dike. Yek ji van girtiyên ku hat berdan jî Ahmet Huseyîn ê 52 salî ye û ew ji Efrînê ye. Huseyîn di sala 1992’yan de hê 21 salî ye li Mereşê tê girtin. Li DGM’ya Meletiyê tê darizandin û bi îdiaya “yekitiya dewletê û tevayiya welat xera kiriye” cezayê muebedê lê tê birîn. Huseyîn piştî tê girtin li girtîgehên bajarê Bartin, Kandira tê ragirtin. Ew di 6’ê cotmeha 2022’yan de ji Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê hat berdan. Piştre wî şandin Navenda Paşde Şandinê ya Kocaeliyê û li vir 12 rojan ma û paşê wî radestî hêzên paramîlîter ên li Girê Spî kirin. Huseyîn piştî rojekê hat berdan û derbasî cem malbata xwe bû.    Ahmet Huseyîn ê nîvê jiyana xwe di hefsê de derbas kir ji ajansa me re axivî.    ‘KURD NEKETIN’    Huseyîn destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya girtina xwe kir û destnîşan kir ku dema ew hat girtin pêvajoyek dijwar a salên 90’î hebû û tevî hemû êriş, girtin, qetlîam, cînayet û tunekirinê jî kurdan û tevgera azadî ya kurd xwe li ser pêya girt û neket.    Huseyîn anî ziman ku dema ew hat girtin pêvajoyek dijwar a îşkenceyê hebû û got: “Her cure îşkence li me dihat kirin. Kîjan cureyê îşkenceyê were aqilê we li me kirin. Ne parêzer hebû û ne jî mafên te. Ji bilî îşkenceyê tu tiştek din nebû. 16 rojan bênavber her cure îşkence li min kirin. Yek diçû, yek dihat û îşkence didan canê min. Hem îşkenceya derûnî hem jî îşkenceya fizîkî li min dikirin.”    ‘DEWLET BI ZANEBÛN TECRÎDÊ DIJWAR DIKE’   Huseyîn diyar kir ku berê tiştên li girtîgehan diqewimîn nedihatin zanîn û eşkerekirin û wiha got: “Heke qewimandinên li girîgehan derketa holê jî serê dinixumandin. Niha jî li Îmraliyê li ser Rêber Apo tecrîd û zextek dijwar tê kirin. Tecrîd û zextên li Îmraliyê niha li ser hemû girtîgehan û civakê belav bûye. Tiştên diqewimin ji geşedanên li Îmraliyê qut nînin. Berê bi îşkenceyê dikuştin. Niha bi bêtedawiyê û neberdana girtiyên nexweş girtî tên qetilkirin. Berê leşkeran bi jopan û îşkenceyê girtiyan dikuştin. Niha dihêlin ku temenê temam bibe û tu bimirî. Navê vê qetlîam e. Dema em van girtiyên kevn ketin hefsê yek ji me nexweş bû, em hemû li girtîgehan nexweş ketin. Niha girtiyan bi zanebûn dişînin mirinê. Polîtîkayek taybet û bizane li ser girtîgehan tê birêvebirin. Ev polîtîka polîtîkaya bizane ya dewletê ye.”    ‘TESLÎMIYET NÎNE, BERXWEDAN HEYE’    Huseyîn bal kişand ser “dijminatiya” li girtiyan tê kirin û wiha axivî: “Ji ber ku girtî li ber xwe didin û teslîm nabin vê yekê dikin. Dibêjin, ‘Ya hûn ê teslîm bibin, ya jî hûn ê bimirin’. Armanca wê ya siyasî heye. Hûn îxanetê qebûl nakin. Mînaka Kemal Pîr heye, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê ku di dîroka girtîgehê de bi berxwedana xwe tê naskirin. Doktor dema ku çavên xwe li ser nivîna mirinê nedît, ji Kemal Pîr re got, ‘Dema rizgarkirina çavê Kemal heye. Werin em çavên wî rizgar bikin’. Kemal çi dibêje? ‘Hûn dixwazin ez bêrûmetiyê qebûl bikim. Kemalê bêçav ji Kemalê kor û bêrûmet çêtir e’. Yanî dibêje ‘Ez vê mirinê qebûl dikim, lê bêrûmetiyê qebûl nakim’. Heke hûn qebûl bikin, veger tune. Gelek hevalên li girtîgehê di vê hişmendiyê de dijîn. Em hemû ji bo jiyanek azad a gelê xwe girtî man. Çawa ku îro Rêber Apo di girtîgehê de ji bo gelê xwe li ber xwe dide, hevalên wî jî li ber xwe didin. Îro ji ber ku Rêber Ocalan teslîmiyetê qebûl nake tecrîd tê meşandin. Hevalên me ji ber polîtîkayên dijminane şehîd dibin. Bimirin jî, yên ku felsefeya Rêber Apo nas dikin, teslîmiyet û îxanetê tu carî qebûl nakin. Piştî desthilatdariya AKP'ê ev polîtîka gelek berfireh bûn. Ez dikarim bibêjim ku di navbera kesên ku berê di girtîgehê de dijiyan û ya ku niha diqewime zêde cudahî nîne.”   ‘FELSEFEYÊ MIN 30 SAL LI SER PÊYA HIŞT’    Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de nêrînên xwe wiha anî ziman:    Bê şik ya ku 30 salan ez zindî hiştim û li ser pêya hiştim felsefeya Rêber Apo, şehîdên me û berxwedana gelê me bû. Helbet ji bo tehemûlkirina şert û mercên girtîgehê vîn û baweriyek mezin dixwaze. Heke ev nebûna wê 30 sal derbas nebûya. Heke hûn di zindanê de li ber xwe nedin wê ruhê we têk biçe. 30 sal in min felsefeya Rêber Apo û xeta partiyê esas girt. Çiqas kêmasiya me hebû jî ez ji wê rêzê derneketim. Kengî şansê min çêdibû min hewl da ku xwe li pêş bixim. Min gotar nivîsandin, helbest, wêne xêz kirin. Min hewl da ku ji her alî ve bixebitim. Min li ser jina azad, Kurdistan û Dêrsimê roman û çîrok nivîsandin. Axîna Dilistan, Buhara Destanê, Gula Dilistana Min çend pirtûkên ku min nivîsandin e. Yek ji tiştên ku mirov di zindanê de zindî dihêle hevaltî ye. Ya sereke hevaltî ye. Heke ku îro dikaribim bimeşim û heme ev bi saya hevalan e. Ez deyndarê hevaltiyê me.    Tişta ku berê min da wêje û nivîsandinê jî helbet ramanên Rêber Apo ye. Divê ku em felsefeya Rêber Apo bi helbest, roman, çîrok, wêne, yanî bi xebatên hunerî û wêjeyî ji civakê re ragihînin. Divê em vê felsefeyê di her warî de ji civakê re rave bikin.    Min pirtûka “Gula Dilistana Min” ji bo dayika xwe nivîsandiye. Li ser destavêtin, destdirêjî, îşkenceya li jinan tê kirin û zewaca di temenê zarokatiyê de bi darê zorê tê kirin. Mînak Cemîle di 12 saliya xwe de hat qetilkirin. Divê em hemû van mijaran binivisînin û nemir bikin.    Ev 30 sal bû sedemê nexweşiya canê me û temenê me ji me girt. Lê wek din tiştek ji me negirt. Lê bêtir têkoşînê, bîrdoziya Rêbertî, dîroka kurd û mirovahiyê, têkoşîna jinan û azadiyê bi me da fêmkirin.    ÇARESERÎ LI BA RÊBER APO YE   Îro dewleta tirk û dewletên emperyalist ji paradîgmaya Rêber Apo ditirsin û lewma nahêlin hevdîtin pê re bê kirin û çareserî li pêk were. Dema em dibêjin azadî azadiya hemû gelan girîng e. Em behsa azadiya tevahiya gelan dikin. Tenê rêyek serkeftinê heye; Ew jî xeta Rêber Apo ye. Tekane mifteya çareseriyê Rêber Apo ye. Ji bilî felsefeya wî tu kesek û tiştek bibe çareserî nîne.    DÎSA WÎ HEVALÎ MIN PÊŞWAZÎ KIR    Ew hevalê ku 30 sal berê min derbasî hêla serxetê kir, piştî 30 salan jî wî hat min pêşwazî kir. Hevaltî, jiyan û bîranînê wê demê anî bîra min. Ez niha li Rojava me. Heta mehekê her tişt wek xeyal ji min re dihat. Lê piştre ez pir fikirîm ku em ê avakirina li Rojava çawa bi pêş ve bibin. Divê em niha bêtir li ser vê bixebitin.    ME DENGÊ DÎK Û MIRÎŞKAN JI BÎRA KIRIBÛ   Niha ez li Rojava diğerim. Min di helbestek xwe de gotibû; me dengê mirîşk û dîkan jî ji bîra kiriye. Zimanê ez li Rojava pê diaxivim min ji bîra kiriye. Ji bo vê yekê min şerm kir. Di zindanê de ji ber ez bi erebî neaxivîm min ji bîra kiriye. Niha dîsa ji nû ve hîn dibim. Dema min bi gerÊ, sohbet û nasîna heval û dostan derbas dibe. Ez di nava heval û gel de diğerim.    BEDELDAYÎNA BO AZADIYÊ    Bo siberojê jî viya dibêjim; heke ji bo azadiyê bedeldayîn hewce be, divê tu wê bedelêbidî. Tu tiştek ji azadiya civakê negirîngtir e. Ev şoreş, şoreşa gel e. Divê em xwedî li vê şoreşê derkevin. Rêber Apo û felsefeya wî ji bo gelê kurd şansê dawî ye. Rêber Apo xwe ji bo dîrokê îspat kir. Divê em jî serkeftinê bînin û îspat bikin û diyarî Rêber Apo bikin.”    MA / Rûkiye Adiguzel