Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye 2023-01-31 11:05:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Şehbayê ku Efrînî lê dimînin ji ber ambargoyê derman nayên dayîn, zêdebûna buhayê di mazot, zibil û gelek berheman de dewam dike.   Roj bi roj, zehmetiyên koçberên Efrînê yên li gundên kantona Şehbayê dimînin zêdetir dibin, nexasim piştî girankirina dorpêça ji aliyê hikûmeta Şamê ve û rêgirtina li ber derbaskirina derman, sotemenî û madeyên sereke jiyanê zehmettir dike.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji meha tebaxa sala borî ve rêbendên Firqeya 4'an a Hikumeta Şamê yên li ser rêya Şehba-Helebê rê li ber derbaskirina madeyên sereke ji bo hundirê kantonê girtiye.   DERMAN NAYÊN PEYDAKIRIN   Bi sarbûna hewayê re barê koçberên Efrînê yên li kamp û malên nîvwêranbûyî yên Şehbayê dimînin, girantir bû, nexasim li gel ku sotemenî, derman û madeyên sereke yên jiyanê kêm peyda dibin. Nirxê sotemeniyê ku gelekî kêm peyda dibe bi 2-3 qat ji berê bihatir bûye. Piştî dorpêçê lîtreyê mazotê gihaşt 11 hezar lîre. Lîtreyê benzînê jî 17 hezar lîre. Tûpa gazê jî 170 hezar lîre û tone êzing jî zêdetirî milyonek lîre ye.   Şêniyên kantonê neçar dimînin ku xwarinê li ser bermahiyên çopan çêbikin ku ew jî ji bo tenduristiya mirovan nebaş in.   REWŞA XERAB A TENDURISTIYÊ   Rewşa tenrduristiyê ya kantonê ji ber dorpêçê gelekî bi paş ketiye ku di encamê de nexweşî belav bûne, derman kêm bûn û gelek navendên tenduristiyê jî xebatên xwe rawestandin. Berê Firqeya 4’an li beramber derbaskirina dermanan pere dibirin, lê niha derbaskirina dermanan bi temamî qedexe kiriye.   Li kantonê 6 navendên Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneyek hene; dermanên nexweşiyên şekir û nexweşiyên dil jî gelekî kêm bûne, derveyî wê jî xwegermkirina li ber agirê madeyên plastîkî nexweşiyên bêhnkişandinê çêdikin.   BANDORA DORPÊÇÊ YA LI SER ÇANDINIYÊ   Her wiha dorpêça li ser herêmê bandor li çandiniyê jî kir, ku nirxê semadê li kantonê gihîşt zêdetirî 80 hezar lîre tevî ku dîsa kêm li sûkê peyda dibin.   RAWESTÎNA SAZIYÊN XIZMETGUZARIYÊ   Her wiha saziyên xizmetguzariyê jî ji dorpêçê nefilitîn û piraniya xebatên wan rawestiyan. Berê ceyran rojane 6 saet dihat, lê piştî dorpêçê tenê 2 saetan tê. Her wiha ji ber tunebûna mazotê saetên pêxistina jeneratorên bîrên ava vexwarinê ji 14 saetan bûn 8 saet.   Her wiha erebeyên veguhastinê yên di nav gund û bajarên kantonê de ji 100 erebeyî bûn 25 û nirxê çûyîna her cihekî ji hezar lîre bû 5 hezar lîre.   Di kantona Şehbayê de bêhtirî 200 hezar koçberên Efrînê û niştecihên resen dijîn, ku di malên nîvwêranbûyî de û li 5 kampên li gundên Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên başûrê Efrîna dagirkirî, bi cih bûne.