Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin 2023-01-31 12:02:21 RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlum tên darizandin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 694’emîn de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdar bibe, Ferît Şenyaşar li ber Edliyeyê didomîne.    ‘TENÊ MAZLÛM TÊN DARIZANDIN’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dayikeke ku mala wê xera bûye di bin tabelaya qesra edaletê de 694 roj in li benda edaletê ya dewlet û hikumetê ye… Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlum tên darizandin.”