Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin 2023-01-31 12:47:39   AMED - Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin Îsmaîl Çoban jê tê darizandin, ji ber kêmasiyên di dosyeyê de hat taloqkirin.    Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Îsmaîl Çoban bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” berdewam kir. Îsmaîl Çoban ku ji dosyeyek din 2 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn girtî ye. Cezayê ji propagandayê salek û 8 meh û 25 roj cezayê li Çoban hatibû birîn, hukmê cezayê lê hatiye birîn hat rakirin û ji nû ve tê darizandin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Çoban bi hêceta di nûçeyên ku 4’ê îlonê û 30’ê îlona 2014’an û 1’ê cotmehê û 21’ê cotmeha 2014’an di rojnameyê de hatine weşandin ku îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” tê darizandin. Çoban ji bo ji danişînan rizgar bibe tev li danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Temûr amade bû.    Dadgehê diyar kir ku doza dosyeya derbarê Çoban de ku di hejmarên cuda yên rojnameyê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye vekirin û ji bo dosyeya dozê derketiye ber biryarê were lêkolînkirin, danişîna berê muzakere hatiye nivîsandin û bersiva muzekereyê nehatiye dayîn.    Dozger û parêzer Temûr ji bo bersiva muzekereyê were dayîn xwestin kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin.    Dadgehê biryara li bendemayîna muzekereya hatiye nivîsin were sekinandin da û danişînê taloqî 11’ê nîsanê kir.