Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin 2023-01-31 13:17:51   ŞIRNEX - Hate aşkerekirin ku peywîrdarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê, tundî li jinekê kirin ji peywirê hatine dûrxistin. Baroya Şirnexê diyar kir ku wê şopdarên bûyerê bin.   Peywîrdarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ji ber sedemeke nediyar tundî li jinekê kirin, piştî ku nûçeya têkildarî bûyerê hate weşandin Walitiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku her du peywirdar ji kar hatine dûrxistin.     2 KES JI PEYWIRÊ HATIN DÛRXISTIN   Daxuyaniya ku Walitiyê da wiha ye: "Têkildarî bûyera xemgîn a di dîmenên di 31.01.2023’an de li ser hesabên medyaya civakî yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin weşandin de ji aliyê Walîtiya me ve lêpirsîn hat destpêkirin û 2 peywirdarên gumrikê yên ku di bûyerê de cih digirin ji peywirê  hatin dûrxistin."   ‘EM Ê BIŞOPÎNIN’    Her wiha baroya Şirnexê jî diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin û wiha got: "Li ser medyaya civakî di hin dîmenên ku hatine parvekirin de tê dîtin ku peywirdarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundiyê li jinek pîr dikin. Lêkolînên pêwîst ji aliyê Baroya me ve tên kirin û hewl tê dayîn di zûtirîn demê de derbarê kesên eleqedar de doz bê vekirin."