Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin 2023-01-31 13:57:41   AMED - Di danişîna doza Serokê Baroya Amedê yê berê Fethî Gumuş de heta 15 salan jê re cezayê hefsê hat xwestin.    Serokê Baroya Amedê yê berê Fethî Gumuş bi hêceta tev li xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Ji vê îdiayê 8 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê ceza ji ber lêkolîna kêm xera kir. Piştî xerakirina ceza darizandina Gumuş berdewam kir. Danişîna 5’emîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin û Gumuş û parêzerên xwe Sîdar Gumuş, Serokê Baroyê Nahît Eren û Serokê Baroya Amedê yê berê Ahmet Ozmen di danişînê de amade bûn.    Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û îdia kir ku Gumuş sûc kiriye û xwest ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heta 15 salan cezayê hefsê li Gumuş bê birîn.    Gumuş diyar kir ku ew mutalaya dozger qebûl nake û dema zêde bo parastinê xwest. Parêzerên wî jî dema zêde xwestin ku li dijî mutalayê parastina xwe bikin.    Dadgehê biryara şertê kontrola edlî ya ku derketina Gumuş a derveyî welat qedexe kiriye bidome da û daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 29’ê adarê kir.