Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin 2023-01-31 14:07:35   WAN - Danişîna duyemîn a Ferhat Çelîk û Îdrîs Yayla yên ji ber nûçeyên li ser welatiyên li navçeya Şaxê ji helîkopterê hatin avêtin, tên darizandin hate taloqkirin.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlona 2020’an de leşker derketibûn operasyonê û Servet Tûrgût (55) û Osman Şîban (50) binçav kiribûn. Leşkeran her du welatî ji helîkopterê avêtibûn û her du jî bi giranî birîndar bûbûn. Tûrgût piştî demekê jiyana xwe ji dest dabû. Rojnamevanên ku bûyer ji raya giştî re ragihandibûn jî hatibûn girtin.    Dozger Îsmaîl Koker derbarê Turgut û Şîban de biryara binçavkirinê dabû. Heman dozgerî derbarê rojnamevanên nûçeyên bûyerê çêkiribûn de biryara binçavkirinê derxistibû û derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Ferhat Çelîk û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yayla de bi hinceta “Peywîrdarên cemaweriyê yên di têkoşîna bi terorê re de cih girtin hedef nîşan dane” doz vekiribû.    Danişîna 2’yemîn a her du rojnamevanan îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate lidarxistin. Rojnamevan û parêzerên wan beşdar nebûn. Parêzeran bi awayekî nivîskî ragihandin ku wê piştî mutaalaya derbarê esasê de parastinê bikin. Dadgehê danişîn taloqî 25’ê nîsanê kir.