Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin 2023-01-31 16:17:14   MÊRDÎN - Di danişîna ewil a doza qezaya TIR’ê ya li navçeya Dêrikê ku 21 kesan canê xwe ji dest dabû de hat diyarkirin ku wê tenê cezakirina du şofêran ne heqaniyetî be û hat xwestin her kesê ku xemsariya wan di qezayê de heye bên darizandin.    Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20’ê tebaxa 2022’yan de TIR’ek qeza kiribû. Xelkê navçeyê li hawara qezayê çûbû. Di vê kêliyê de TIR’a duyemîn jî hat û berê xwe da nava xelkê. Di qezayê de 21 kes canê xwe ji dest dabûn.  Têkildarî qezayê doz hatiye vekirin û du her du şofêrên TIR’an tên darizandin. Danişîna ewil a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin û her du şofêr ên girtî Ûmût Gunduz û Yûnûs Şatafli ji girtîgeha lê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Malbatên qurbaniyan, parêzerên her dua liyan, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk û rêveberên baroyê, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) di danişînê de amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan danişînê dest pê kir û ewilî bersûcan parastina xwe kir.    Şofêrên girtî parastina xwe kirin û diyar kirin ku qeza derveyî kontrola wan pêk hatiye û ew jî ji ber vêy ekê xemgîn in û sersaxiyê ji malbatan re dixwazin.    Malbat jî di danişînê de axivîn û destnîşan kirin ku bertek nîşan dan ku tenê du şofêr bersûc hatine nîşandan û divê rayedarên berpirs werin darizandin.    ‘TENÊ NE ŞOFÊR BI QISÛR IN’    Piştre parêzeran di danişînê de parastinê kirin. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk axivî û diyar kir ku qeza di encama xemsariyê de pêk hatiye û got: “Tenê ne şofêr qisûrdar in. Fîrmaya Etî Bakirê jî berpirsiyarê qezayê ye. Berpirsiyarin ku maşîneyên xwe kontrol bikin. Heke ku tenê her du şofêr bên cezakirin, dê tenê tol ji wan bê stendin.”   ‘ETÎ BAKIR JÎ BI QISÛR E’    Parêzerên muştekî jî axivîn û anîn ziman ku heke tenê şofêr bên cezakirin dê nebe darizandinek heqaniyetî û xwestin hemû kesên ku xemsariya wan di bûyerê de heye jî bên darizandin. Parêzer Agît Onel jî da zanîn ku şirket ango firmaya Etî Bakirê jî bi qisûr û berpirsiyarê bûyerê ye.    DOZ TALOQ BÛ    Gelek parêzeran xwestin ku tev li dozê bibin. Dozger daxwaza parêzeran red kir û biryar da ku bersûc girtî bên darizandin.    Dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku bersûc girtî bên darizandin. Her wiha dadgehê biryar da ku li cihê bûyerê kifş bê kirin û daxwaza tevlibûna dosyeyê red kir. Dadgehê danişînek din taloqî 2’yê gulanê kir.