ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-01 09:00:35     * Çalakî û berteka herî mezin a li dijî komploya navdewletî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bû. Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" tenê ne li girtîgehan, li bajaran jî belav bû.   * Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag ji bo Meşa Gemlîkê ku ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang kir û got: “Em xwedî li vê meşa li dijî tecrîdê derkevin."    * Nûnerên HDP, HDK û DBP'ê ku bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, anîn ziman ku ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 6'ê Sibatê de li dij tecrîdê bê lidarxistin, pêşwazî bikin dest bi amadekariyan kirine.    * Rojnamevan-nivîskar Îkram Balekanî ku çalakiyên li Îran û Rojhilat didomin ji nêz ve dişopîne anî ziman ku çalakiyên bi mehan e didomin dest bi afirandina yekîtiyeke di navbera gelan de kirine û destnîşan kir ku ev yekitî xwedî wê îmkanê ye ku veguhere şoreşeke mîna Şoreşa Rojava.    * Xebatkara Kovara Jineolojiyê Elîf Yaviç diyar kir ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de fihûş û tiryak li Kurdistanê hatiye belavkirin û sûcên bi destê dewletê tên kirin bêceza tên hiştin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 695'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundem ku bi nobedarî hatibû destpêkirin û derbarê Şebnem Korur Fincanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn de hatiye vekirin dê li Dadgeha Stenbolê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan a Kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Yurttapan dê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (10.20)    * Danişîna doza 33 kesên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê" tên darizandin dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)    * Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda Îmraliyê dê di roja 30'yemîn de li ber Meclisê berdewam bike. (11.00)   * HDK, DBP, HDP, TJA û Ege TUHAYDER têkildarî meşa bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" dê bê lidarxistin li avahiya HDP'a Îzmîrê daxuyanî bidin. (11.00)   * Koma Ma Muzîkê dê îro rêzekonsera xwe ya dawî ji bo piştevaniya kampanya "Gelê me xezîneya me ye" ya HDP'ê li eywana Şanoya Bajêr a Amedê li dar bixe. (20.00)