‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’ 2023-02-01 10:56:11   ENQERE - Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mûstafa Karabudak diyar kir ku êrişên li dijî saziyên elewiyan bûyerên civakî ne û xwest ku hêzên tiliya wan di van êrişan de hene bên eşkerekirin.   Di 20’ê tîrmeha 2022’yan de li dijî 4 saziyên elewiyan ên li Enqereyê êriş hatibûn kirin. Danişîna ewil a êrişan di 30’ê çileyê de li 63’yemîn Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Enqereyê hate lidarxistin. Di dozê de yek jê girtî bi giştî 3 kes tên darizandin. Hat diyarkirin ku ji bersûcan Ozan Karaca “Sûcê makeqanûnê” kiriye û hat xwestin ku divê doz li Dadgeha Cezayên Giran bê lidarxistin. Di danişînê de derket holê ku bersûc beriya niha jî gef li siyasetmedarên kurd xwariye û hat destnîşankirin ku guman li ser rapora “nayê cezakirin” heye. Dadgehê biryar da ku ji bo derheqê faîlê êrişê de raporeke nû were amadekirin sewqî nexweşxaneyê bê kirin, bersûcên negirtî tên darizandin jî di danişînê de bên amadekirin û danişîn taloq kir.    Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ê Enqereyê Mûstafa Karabudak ku di danişînê de amade bû êriş û doz nirxand. Karabudak, diyar kir ku di dema lêpirsînê de têkildarî geşedanan nekarîne tu agahiyan bi dest bixin û wiha got: “Di îdianameyê de gelek kite kit derketin holê. Em ji dozê dûr hatin girtin. Saziyên rastî êrişê hatin di îdianameyê de tune bûn. Dozeke alîgir bû. Heke rapora êrişkar dîsa were nirxandin û were betalkirin, dê ev yek rewşa dozê biguherîne. Vê rewşa vehêlana ji demê re û necezakirinê bi xwe re polîtîkaya komkujiyê anî. Êrişkarên ji vê cisaret digirin, dem bi dem êrişî saziyên elewiyan dikin. Hewldaneke herî biçûk jî ji bo elewiyan nîşaneya komkujiyê ye. Îşaretkirina deriyan, avêtina keviran û hwd. tên wateya banga komkujiyê.”   ‘DIVÊ HÊZÊN TILIYA WAN TÊ DE HEYE BÊN EŞKEREKIRIN’   Herî dawî jî Karabudek ev tişt anî ziman: “Divê hêzên tiliya wan di van êrişan de hene bên eşkerekirin. Gelo kî li pişt van her sê kesan e? Mimkin nîne kesek ji Îzmîrê bê Enqereyê û êrişî 4 saziyên li 4 semtên cuda bike. Bêguman kesên berê vî dayîn wan deran hene. Divê ev kes bên dîtin. Tenê wê demê edalet dikare pêk bê. Nexwe tu hêviyên me nînin. Êriş, bûyerên civakî ne. Êrişeke li dijî civakîbûna elewiyan e. Derbkirin, êriş û birîndarkirin heye. Divê doz li dadgeha cezayên giran bê lidarxistin. Dozên Madimakê, Çorumê li ber çavan e. Bi ser hemû komkujiyên berê hatine kirin girtin. Em naxwazin bi ser vê jî bigirin.”