Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan 2023-02-01 12:43:18   STENBOL - Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay, piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê hate berdan.   Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve di 28’ê çileyê li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin. Altay a li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê dihate ragirtin piştî 4 rojan sewqî Edliyeya Stenbolê hate kirin. Altay a bi “endamtiya rêxistinê” hate sûcdarkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Di îfadeya Altay a li miduriyeta polîsan de daxuyaniyên çapemeniyê yên şopandin, meş û civîn û her wiha çalakiyên şermezarkirinê yên tev li bûyî hatin pirsîn.