Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû 2023-02-01 13:57:58   STENBOL - Danişîna doza derbarê nivîskar û Midûrê Karên Nivîsan ê kovara Modernîteya Demokratîk de ji ber nivîsan hatiye vekirin, hat taloqkirin.    Berpirsê Midûrê Karên Nivîsan ê kovara Modernetîteya Demokratîk Ramazn Yurttapan û nivîskarên kovarê Pakrat Estukyan, parêzer Emran Emekçî û Cîhan Dogan û Mehmet Nîmet Sevîm ji ber nivîsên wan di kovarê de hatine weşandin tên darizandin. Her 5 kes jî bi îdiaya “propanda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna sêyemîn a dozê li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Emran Emekçî û parêzera xwe Raziye Ozturk tenê tev li danişînê bûn.    ‘DOZGER BEROVAJÎ KIRIYE’    Emran Emekçî destnîşan kir ku dozger nivîs ango îfadeyên di nivîsê de berovajî kiriye û dozger dixwaze ji ber berovajîkirina ku kiriye ceza bê birîn.   Emekçî diyar kir ku divê nivîsa wî di çarçoveya azadiya raman û derbirînê de were nirxandin û biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daye îbrazî dadgehê kiriye. Emekçî anî ziman ku wî di nivîsa xwe de wek hiqûqzanekî xwestiye hiqûqa demokratîk bikeve dewrê û rêxistinên ku vê hiqûqê asteng dikin eşkere kiriye.    Parêzer Raziye Ozturk jî piştî mutala were pêşkêşkirin dê parastinê bike. Dozger xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Heyeta dadgehê eşkere kir ku biryara girtinê ya derbarê Cîhan Dogan û Mehmet Nîmet Sevîm hatiye dayîn berdewam bike.    Danişîn taloqî 7’ê nîsanê hat kirin.