Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn 2023-02-02 09:03:33   AMED - Ji parêzerên Baroya Brukselê Robîn Bronlet bal kişand ser 3 milyon îmzeyan ji bo esasgirtina mafê rêxistinbûyîna serbest a PKK'ê hatin berhevkirin û têkildarî biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê got: "Divê Mewzûata Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Hevpar a Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn."    Ji bo PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, 3 milyon îmze hatin berhevkirin û radestî Komîsyona Ewropayê (KE) hat kirin. Îmze li ser banga Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Kurdan hatin berhevkirin. Li ser navê Înîsiyatîfê Tevgera Aştiyê ya Belçîka (Vrede), Enternasyonala Pêşverû (Progressîve Înternatîonal) û rêxistina hunerê Zîrveya Cîhana Nû (New World Sûmmît) a ku navenda wê li Hollanda ye, îmze radestî Komîsyona Ewropayê kirin.   Ji parêzerên Baroya Brukselê Robîn Bronlet ku got biryarên temyîzê yên Dadgeha Bilind a Belçîkayê ku berê ji bo PKK'ê dabûn, ji bo tevahiya welatan emsal e û pêvajoya hiqûqî nirxand.    ZEXTÊN TIRKIYEYÊ   Bronlet bal kişand ser zextên Belçîkayê yên li ser saziyên kurdan û got: "Wekî me di nîqaşên der barê endamtiya Swêdê de ya ji bo NATO'yê de dît, Tirkiye welatiyên kurd wekî terorîst sûcdar dike û di ser welatên Ewropayê re zorê dide wan. Wextekê heman tişt li Belçîkayê jî wisa bû. Têkildarî lêpirsînên cezayî yên der heqê sazî, çapemenî û komeleyên kurdan ên li Belçîkayê de xwe li bêdengiyê danî."    ‘JI BO ENDAMTIYA PKK'Ê DOZA CEZAYÎ TUNE YE'   Bronlet di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berê li Belçîkayê gelek lêpirsînên cezayî hebûn. Piştî biryara girîng a Dadgeha Bilind a Belçîkayê ev lêpirsînên cezayî bi dawî bûn. Qanûna Ceza ya Belçîkayê, xwe disipêre xaleke Dîrektîfa Ewropayê ya têkoşîna li dijî terorê. Ev xal, diyar dike ku Hiqûqa Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Ewropayê, divê di pevçûneke navneteweyî ya ji aliyê hiqûqa mirovî ya navneteweyî ve tê birêvebirin, neyê bikaranîn. Lewma hemû nîqaş ew bû ku di navbera dewleta tirk û PKK'ê de pevçûneke çekdarî ya navneteweyî heye yan na. Axirê biryar hat dayîn ku divê PKK di vê pevçûna çekdarî de wekî aliyekî bê qebûlkirin û divê li wir ji bo welatiyan endamtiya PKK'ê ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de wekî zilmê tê kirin, neyê pêkanîn. Doza cezayî, di navbera 2014-2015'an de dewam kir. Di vî warî de serî li temyîzê hat dayîn. Lê biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin. Lewma êdî ji bo kesên ku ji ber endamtiya PKK'ê şik û guman li ser wan heye, doza ceza ya têkoşîna li dijî terorê tune ye."    ‘PKK JI QANÛNA CEZA MUAF E'   Bronlet îşaret bi vê yekê kir ku sedema ku PKK li derveyî hiqûqa têkoşîna li dijî terorê tê hiştin, xwe disipêre Hiqûqa Belçîkayê ya li ser esasên Dîrektîfa Ewropayê û got: "Ev jî tê vê wateyê ku, bi vê hiqûqa îçtihadê li welatên din ên Ewropayê jî Mewzûata Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Hevpar a Ewropayê, li hemberî PKK'ê nayê bikaranîn."    'LÊPIRSÎNEKE CIDÎ DIVÊ'   Bronlet zextên li Tirkiyeyê yên bi hinceta endamtiya PKK'ê tên kirin rexne kir û got: "Me ji xeynî şahidiya xwe ya ji bo şert û mercên Îmraliyê, bi hin mirovên ku sûcên şer ên dewleta tirk şermezar dikin re jî hevdîtin kirin. Me êrişên bi çekên kîmyewî bihîstin, me bihîst îşkence li cenazeyan tê kirin û tên perçekirin. A rast ev cihê matmayînê ye û em hêvî dikin ku der barê van sûcan de lêpirsîneke cidî bê kirin."    ÇI QEWIMÎBÛ?   Gava YE'yê cardin PKK'Ê daxilî nava lîsteya qedexeyan kiribû, Dadgeha Îstinafê ya Belçîkayê, di 8'ê Adara 2019'an de biryar dabû ku PKK "pevçûneke çekdarî ya ne navneteweyî ye" û ne "rêxistineke terorê" ye.    MA / Eylem Akdag - Rûken Polat